Banga dîrokî dê bi wêne be 2025-02-27 15:31:39 STENBOL - Hat zanîn ku dê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi wêne be.  Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtina sêyemîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir. Endamên Şandeya Îmraliyê Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol piştî hevdîtinê vegeriyan. Şande, hate Hotêla Elît a Worldê ku dê daxuyanî li wir were dayin.    Tê payîn ku daxuyanî saet di 17.00'ê de were dayin. Li bendê ye ku di kêliyên daxuyanî tê dayin de wêneyê Şandeya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re kişandî were weşandin.    Hat zanîn ku banga dîrokî dê bi wêne be. Hat zanîn ku dê ji endamên şandeyê kesek daxuyaniyê bixwîne.