Ji bo peyama Abdullah Ocalan gel vexwendin Qada Şêx Seîd 2025-02-27 10:25:00 AMED - TJA, DBP û DEM Partiyê bang li gelê Amedê kirin ku ji bo peyama dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên Qada Şêx Seîd. Tevgera Jinen Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku dê piştî hevdîtina şandeyê were kirin, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî dan. Hevserkê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz di daxuyaniyê de bal kişand ser daxuyaniya ku tê payin bê dayin û wiha got: “Ji bo piştevaniya bi vê daxuyaniya dîrokî re em bang dikin; em gotinên birêz Ocalan esas digirin. Lewma jî daxuyaniya ku dê îro were dayin ji bo me gelek watedar û erênî ye. Me îro careke din dît ku tecrîd vala hatiye derxistin. Bêguman dê daxuyanî bê dayin û peyamên birêz Ocalan dê bigihijin gelên cîhanê. Em wê îradeya ku di hemû şert û mercan de li cem aştî û pêkvejiyanê cih girt û pêşniyarên xwe li ser vê bingehê kir û heta dawiyê ji muzakereyan paşvegav neavêt, silav dikin.”    'EM Ê BI HEV RE BIMEŞIN’    Gurbuz, bang li gelê Amedê kir ku saet di 16.00'ê de biherikin Qada Şêx Seîd û ev tişt anî ziman: “Em ê bi hev re guh bidin banga birêz Ocalan. Û piştre jî rêya ku divê em bimeşin dê bi hev re bimeşin. Me got ku tu qezencekê polîtîkayên şer û yên Kurdan tune dihesibînin nînin. Em careke din dibînin ku doza mafdar a gelê Kurd ber bi encamê ve diçe. Bila gumana kesekî nebe ku bi milyonan Kurd ê bi vê bangê re be ku dê bibe nexşerê. Em careke din bang li gelê xwe dikin; Em ê li Amedê bandora peyama birêz Ocalan a li ser Kurdistan û cîhanê nîşan bidin.”    'HEMÛ CÎHAN LI BENDA PEYAMÊ YE’   Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî anî ziman ku qonaxa heyî nîşan dide bê Abdullah Ocalan di têkoşîna xwe ya aştiyê de çiqas mafdar e û axaftina xwe wiha qedand: “Banga me ji bo aştîxwazan e; em vê peyamê li hemû cîhanê belav bikin. Banga me li Gelê Kurdistanê ew e ku em ji bo aştiyê li Qada Şêx Seîd bên gel hev."