ROJEVA 27’Ê SIBATA 2025’AN 2025-02-27 09:00:09   * Aktivîsta TJA'yê Bêrîvan Kutluyê bal kişand ser fihûşa ku li Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hat kirin û got: "Kesên ku ji wan re tê gotin 'me diparêzin', bêexlaqiyê li civakê belav dikin." Suzan Karagolê jî got: "Polîtîkaya bêcezakirinê dibe sedema zêdekirina sûcên îstîsmarkirina zarokan, êrişa zayendî û taciza zayendî."   * Hevşaredara Sûrê Gulan Onkolê diyar kir ku ew ê bi Navenda Derûnî û Şêwirmendiya Hiqûqî ya Xwebûna Jinê re xizmetên derûnî û hiqûqî bikin û got: "Em li vir li benda hemû jinên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye."   * Dîmenên îşkenceya li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê li girtiyê bi navê Musa Adsiz hat kirin ku dozger wan wekî "delîl" nehesibandibûn, derketin holê.   * Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalîncakoglûyê bang li jinan kir ku li qadan bicivin û got: “Eger em li dijî vê helwesta faşîst şer nekin, em ê hem jiyana xwe û hem jî mafên xwe yên bi dest xistine jî ji dest bidin. Ji ber vê yekê em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin.”   * Girtiyê nexweş Selman Esmer li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonkarahîsarê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye. Bi hinceta ku Esmer zexta lêgerîna tazî û poşmantiyê qebûl nekir, tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.   * Nivîskar û wergêr Sevîm Bellî dê li Goristana Ferîkoyê ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê bê definkirin. (13.00)    * Geşedanên têkildarî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re dê bên şopandin. Ji bo daxuyaniya şandeyê dê li Amed û Wanê ekranên mezin bên danîn. (16.00) ZINDÎ   * Şandeya Îmraliyê dê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re li hotêleke li Taksîm a Stenbolê daxuyaniyê bide. (17.00) ZINDÎ