Şaredarê Beykozê Koseler hate binçavkirin 2025-02-27 08:18:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Beykozê yê CHP’î Alaattîn Koseler hate binçavkirin.  Şaredarê Beykoz a Stenbolê Alaattîn Koseler jî di nav de, Serdozgeriya Komarê ya Beykozê ji ber sûcê “di îhaleyê de hîle kirine” der heqê 4 kesan de biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya heman lêpirsînê de der heqê 17 kesan de jî ji ber sûcên “di îhaleyê de hîle kirine” û “ji bo sûc bikin rêxistin ava kirin, endamtiya rêxistin û alîkarî” biryara girtin, binçavkirin, lêgerîn û desteserkirinê hate dayin.    Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.