Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin? 2025-02-26 16:58:20   ENQERE - Şandeya Îmraliyê dê sibe biçe giravê. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Ahmet Turk jî di şandeyê de cih digirin. Hat zanîn ku Abdullah Ocalan dê di vê hevdîtinê de bang bike.    Her kes li çavrêya banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 26 sal in di tecrîdeke giran de ye. Tê payin ku piştî banga Abdullah Ocalan geşedanên ji 1’ê Cotmehê ve dest pê kirin derbasî qonaxeke nû bibin. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li Meclisê silav da Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û piştre jî di daxuyaniyên xwe de qala “Mafê hêviyê” û gotina “Bila Ocalan li Mecisê biaxive” atmosfereke erênî afirand. Lê belê Serokkomar Tayyîp Erdogan û baskê îktîdarê jî heta niha hem di gotinan de hem jî di pratîkê de li dijî vê rewşa erênî tevgeriyan.    HEVDÎTINA EWIL   Hêj navek li vê pêvajoyê nehatiye kirin lê ji ber tecrûbeyên di serdema berê de, piranî her kes bi baldarî nêz dibe. Di serdemeke wiha de biraziyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin bi qasî saetek û 40 deqeyan domiya. Omer Ocalan, piştî hevdîtinê peyama Rêberê PKK’ê bi raya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan, di peyama xwe de got: “Tecrîd didome. Heke şert û merc bên avakirin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û siyasî bikim.”    ŞANDE LI ÎMRALIYÊ YE   Piştî vê hevdîtinê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re du hevdîtin li dar xist. Şandeyê piştî hevdîtina di 28’ê Kanûnê de, di serî de Serokê Meclisê bi serokên partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtin kir û peyama Abdullah Ocalan jê re got. Encamên hevdîtinan jî di hevdîtina 22’yê Çileyê ya li Îmraliyê de bi Abdullah Ocalan re parve kirin. Şandeya Îmraliyê, piştre jî li Herêma Federe ya Kurdistanê çendek hevdîtin kir û peyamên Abdullah Ocalan parve kir. Di heman demê di hevdîtinê de hate gotin ku nameyên Abdullah Ocalan ji bo PKK, PJAK, Ewropa û rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsandî gihiştine binecihiyê.    SERLÊDANA NÛ YA JI BO ÎMRALIYÊ    Hat diyarkirin ku piştî hevdîtin û bersivên ji nameyan re dê Rêberê PKK’ê bangawaziyekê bike. Bangawazî dê kengî were kirin, naveroka wê dê çi be, nîqaşên di vê der barê de didomin. Dema ev nîqaş didomiyan, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê daye. Ragihand ku ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin jî serlêdan hatiye kirin.    BAKIRHAN Û HATÎMOGÛLLARI JÎ DI ŞANDEYÊ DE NE    Piştî serlêdanê, yek ji mijara herî zêde dihat mereqkirin jî kesên dê di şandeyê de cih bigirin û dema hevdîtinê bû. Di şandeyê de tenê dê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk cih negirin. Ji ber ku banga Rêberê PKK’ê bike dê bangekî dîrokî be, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tunce Bakirhan jî dê di hevdîtinê de cih bigirin. Di heman demê de Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faruk Erol jî dê tê de cih bigire.    HEVDÎTINA DÎROKÎ DÊ SIBE BÊ KIRIN   Dema nîqaşên têkildarî wexta hevdîtinê dihatin kirin de Wezareta Dadê ragihand ku daxwaza hevdîtina sêyemîn hatiye erêkirin û hevdîtin dê sibe were kirin.    DÊ BANG DI 28’Ê SIBATÊ DE BÊ KIRIN   Piştî daxuyaniyên li pey hev ên îro hatin kirin, berê her kesî zivirî ser Îmraliyê û banga ku dê were kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bang dê rojek piştre li Enqereyê were kirin. Balkêş e ku bang di 28’ê Sibatê de tê kirin ku salvegera Mutebeqeta Dolmabahçeyê ye ku ji 10 xalan pêk dihat. Bi vê dîrokê re peyama “Dê Mutebeqeta Dolmabahçeyê bidome” were dayin. Lê belê bangawaziya ku dê were krin, dê ji vê mutebeqetê gelek girîngtir be.    DÊ BANG BI ÇI AWAYÎ WERE KIRIN?   Hêj ne diyar e ka dê bangawazî bi kîjan rêbazê were kirin. Tevgera siyasî ya Kurd û raya giştî dixwaze ku peyam bidîmen be û îktîdar jî dixwaze nivîskî be. Tê payin ku Abdullah Ocalan, bangawaziyê bi beşdariya girtiyê li Girava Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û hemû endamên şandeyê re bi hev re bike. Bangawaziyê dê Abdullah Ocalan bi xwe bike. Rojek piştre jî dê li Enqereyê daxuyanî bê dayin. Nîqaşên têkildarî pirsa “Gelo dê bangawazî bidîmen be yan dê nivîskî be?” hêj berdewam in.    MA / Mehmet Aslan