'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne' 2025-02-26 10:10:54 ÎZMÎR - Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê Sarioglû diyar kir ku binçavkirin û girtin êdî bûne tiştekî asayî û azadiya fikir û ramanê tune tê hesibandin û got: "Pêkanînên niha yên desthilata AKP'ê mîna pêkanînên derbeya 1980'yî dimeşin." Li gorî daneyên Konseya Ewropayê; Tirkiye di nava welatên endamên meclisê de welatê herî zêde girtî û hikumxwarên wê hene de ye. Binpêkirinên mafan ên wekî binpêkirina mafê darizandina adil û mafê azadiya raman û derbirînê jî di rapora 2024’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de cih girtiye. Li gorî raporê; di sala 2024'an de di nav 47 welatan de welatê ku herî zêde doz li DMME'yê hatine vekirin Tirkiye ye. Di raporê de hat ragihandin ku ji sedî 35,8'ê serlêdanên binpêkirina mafan ên li DMME'yê hatine kirin ji Tirkiyeyê hatine kirin. Binpêkirinên mafên mirovan, binçavkirin û girtin nîşana wê yekê ne ku azadiya raman û derbirînê li Tirkiyeyê di bin xeteriyê de ye.   Yek ji qadên ku azadiya raman û derbirînê herî zêde lê tê astengkirin jî çapemenî ye. Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG); di sala 2024'an de der barê 74 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin, li 67 rojnamegeran bi tevahî 149 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn, 501 malper hatine girtin û xwegihandina 5 hezar û 260 nûçeyan hatiye astengkirin. Li gorî rapora 2024'an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di sala 2024'an de ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal herî kêm 141 kes hatine binçavkirin, 40 kes hatine girtin, 14 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Li 25 bajaran û navçeyekê hemû xwepêşandan 83 caran ji aliyê rayedarên herêmî ve hatine qedexekirin, 358 civîn û xwepêşandanên aştiyane hatin destwerdan, astengkirin an qedexekirin û di encama destwerdana hêzên ewlehiyê de herî kêm hezar û 368 kes bi îşkence û kiryarên din ên xerab hatine binçavkirin.   Li gel ku hemû dane nîşan didin ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke tund a binpêkirinê heye, Tirkiye gavên ku binpêkirinan zêde dikin didomîne. Tayînkirina qeyûman, operasyonên li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), lêpirsînên li dijî Hevşaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, binçavkirin û girtina rojnamegeran nîşan didin ku Tirkiye ji reforma hiqûqî dûr e.   PÊKANÎNÊN DERBEYA 1980'YÎ   Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Parêzer Ozcan Sarioglû diyar kir ku di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 23 salan de pêkanînên derqanûnî hema bêje bûye kevneşopî. Sarioglû anî ziman ku binçavkirin û girtinên dawî bi serdema derbeya 1980'yî re tên berawirdkirin û got: "Ji ber ku di dema derbeya 1980'yî de amûrên ragihandinê zêde nehatine pêşxistin, pêkanînên heyî yên desthilata AKP'ê tam wekî pêkanînên derbeya 1980'î bi pêş ve diçin. AKP'ê hewl dide bi van pêkanînên xwe desthilatdariya xwe biparêze. Di pêvajoya dawî de girtin û cezakirin tên wateya astengkirina azadiya ramanê."   Sarioglû destnîşan kir ku AKp bi van polîtîkayên çewisîner hewl dide qada siyaseta demokratîk teng bike û pir zehmet e mirov vê yekê di warê hiqûqî de rave bike. Sarioglû bilêv kir ku tu hêleke van pêkanînan a hiqûqî tune ye.    Sarioglû bibîr xist ku hem karneya Tirkiyeyê ya di warê destûra bingehîn de hem jî ya di warê azadiya fikr û ramanê ya DMME'yê pir xirab e û got ku Tirkiye di vî warî de di rêza dawî de ye. Sarioglû bilêv kir ku ji ber ku hiqûq tê eciqandin divê ev li bara qanûnan mueyîdeyekê pêk bîne.