Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir 2025-02-25 09:30:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfê kir.  Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 25’ê Sibatê eşkere kir. Midûriyetê, ji bo baharên Herêma Serhedê Qers û Erdexanê hişyariya barîna berfê û şilopeyê kir. Midûriyetê xelkê herêma Serhedê li dijî qerisînê û hewayê sar hişyar kir û xwest bitevdîr bin.  Ji bo deverên bilind ên bajarên Serhedê jî hişyariya ketina aşûtan hate kirin.    Li hinek bajarên bakurê Kurdistanê dê germahiya hewayî wiha be:  Erzirom:  -7 (°C)   Qers: -8 °C dê bi şev berf bibare   Meletî:  1 °C,    Wan: -4 °C   Amed: 6 °C   Dîlok: °C 6   Sêrt: 3 °C   Riha: 7 °C    Şirnex: -5 °C.    Tê payin di rojên pêş de germahiya hewayî zêde bibe.