Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê 2025-02-24 16:07:39 ŞIRNEX / AMED - Jinên Botanî starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Li Amedê jî jin li taxên navçeya Sûrê geriyan, li defê xistin, stranên bi Kurdî gotin û belavok belav kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnexê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Bi dirûşma “Bi têkoşîna azadiyê ya jinan em aştiyê birêxistin dikin” li pêşiya avahiya Şaxa KESK’ê ya Şirnexê daxuyanî hate dayin û gelek jin tev li bûn.    Jin, bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li daxuyaniyê bûn; tililî avêtin, dirûşm berz kirin û govend gerandin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî qirkirina jinan serî hil didin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hate hilgirtin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin.   'HÊVÎ JI SERKEFTINÊ GIRÎNGTIR E’    Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk di daxuyaniyê de axivî û got ku têkoşîna wan a li dijî zîhniyeta ku weke “qeder” li jinan tê ferzkirin didome. Nûrcan Alturk, wiha got: "Dîrok, kesên ditirsin nanivîse. Em bihêz in û ji xwe bawerin. Hemû dinya bi heyraniyeke mezin li têkoşîna jinên Kurd dinihere. Hêvî, ji serkeftinê girîngtir e. Em jî bi serkeftinê bawerin. Dê koletî nebe para me. Em vê qederê qebûl nakin.”    'DÊ JIN SERÎ NETEWÎNIN’   Aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan jî diyar kir ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiya jina ye û ev tişt anî ziman: “Em ê di 8’ê Adarê de bi paradîgmaya azadiya jinê li her qadê ‘jin, jiyan, azadî’ biqîrin. Dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet jinan neçarî fihûşê bikin. Em jî dê têkoşîna xwe ya li dijî vî şerê taybet mezin bikin. Jin dê serî netewînin. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiaya fîzîkî ya birêz Ocalan em jin dê pêşengtiya têkoşînê bikin.”    'EM BERXWEDANA ABDULLAH OCALAN SILAV DIKIN’    Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî diyar kir ku jin pêşengtiya berxwedana li Bendava Tişrînê dikin û wiha got: “Em jinên li Tişrînê têdikoşin silav dikin. Yên qala çareseriyê dikin divê ji ewil îradeya gelê Kurd nas bikin. Weke Abdullah Ocalan jî gotiye, heta jin azad nebe civak azad nabe.”   BAL KIŞAND SER ‘ÇETEYA FIHÛŞÊ’ YA LI ŞRINEXÊ    Newroz Uysal Aslan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Şirnexê û wiha got: “Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li Şirnexê bi destê çeteyan fihûş tê kirin û jin neçarî fihûşê tên kirin. Der heqê 25 kesan de doz hatiye vekirin. Em ê vê dozê bişopînin û têkoşîna li dijî hemû karên qirêjî mezintir bikin.”    Çalakî, bi gerandina govendê bi dawî bû.    AMED     Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Şaredariya Sûrê ya Amedê jî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Sûrê hatin gel hev û li taxan geriyan. Di gerê de jinan li defan xistin, stranên Kurdî gotin û rê li ber rengîniyeke mezin vekirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Jinên ku ji Îskenderpaşayê heta Parka Anzeleyê meşiyan, belavok belav kirin û jin vexwendin çalakiyên 8’ê Adarê.