Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt 2025-02-23 09:45:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li Eyn Îsayê şebekeyên ceyranê û stasyonên avê hedef girtin. Ji ber êrişan, zêdetirî 40 hezar welatî bêav man.    Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di encama êrişên li dijî Eyn Îsayê de zêdetirî 40 hezar welatî bêav man. Li gorî nûçeya ANHA’yê, komên teknîkê ji ber êrişên hêj didomin nikarin xwe bigihînin tesîsên avê yên hatine xerabkirin. Di êrişan de tankekê avê, stasyonên avê yên li gundên El Hîşe û El Fatseyê û şebekeya ceyranê hedef hatin girtin û ji xizmetê derxistin.    ZÊDETIRÎ 40 HEZAR KES BÊAV HATIN HIŞTIN    Hevseroka Rêveberiya Avê ya Eyn Îsayê Sanaa El Elî der barê mijarê got: “Dagirkeriya tirk di dema dawî de giraniya êrişan da ser dezgehên xizmetguzariyê da ku jiyana şêniyan asteng bike. Rasterast depoya berhevkirina avê û torên elektrîkê yên ku stasyonên El Hîşa El Xamiyê kirin armanca êrişan. Her wiha di êrişan de stasyona El Fatse bi temamî wêran kirin. Ji ber van êrişan ava vexwarinê li ser 65 gundan (45 dungên El Hîşa û 20 gundên Eyn Îsayê) ku 41 hezar kes lê dijîn, qut bû. Berdewamkirina qutbûna avê dê şêniyên herêmê neçar bike ku ava bi kêrî vexwarinê nayê bi kar bînin ku dibe sedema nexweşiyan.”   Têkildarî hewldanên wan ên ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyan de jî ev tişt anî ziman: “Tenê sîtêreke avê heye û 24 saetan dixetibe, lê ew têra hewcedariyên şêniyan nake. Heta niha ji ber dewamkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker tîmên teknîk nikarin xwe bigihînin wan dezgehan û sererast bikin.”   Rayedarên kantona Firatê diyar kiribû ku ziyana madî yên di encama êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî dezgehên avê de gihaştiye milyonek dolarî û her wiha bi hezaran malbatan jî ji ber qutbûna avê ziyan dîtine.