‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’ 2025-02-17 11:40:46 RIHA - Nûnerê Rihayê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç hatibû qetilkirin. Birayê Kiliç, Mahmût Kiliç, got: "Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin, îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egîd kuştin." Li Rihayê di navbera salên 1993 û 1997’an de di bin navê kuştinên ‘kiryar ne diyar’ de 30 kes hatin qetilkirin. Di nav kesên hatin qetilkirin de serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel bi gotina ne rojnameger e, mîlîtan e ve hedef nîşan dabû, nûnerê Rihayê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç jî cih digire. Kiliç di 18’ê sibata 1993’an de dema diçû taxa xwe ya Qûlînçê, li xaçerêyeke kîlomtereyek nêzî taxê kesên ku li Toroseke spî siwar bûne peya dibin û wî qetil dikin. Beriya ku Kiliç were qetilkirin leşkerê bi navê ‘Taner’ ku di Qereqola Cendirmeyan a Ugurlu de kar dikir û û cigirî wî ‘Oktay’ derbarê wî de agahî li ber hev dikirin. Kiliç di heman demê de Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê de rêveber bû û derbarê dosya Kiliç de heta niha tu pêşketin çênebûn û dosya di 18’ê sibata 2013’an de bi hinceta demborî hat girtin.    Kiliç ji ber nûçeyên ku çêdikir hedef hat girtin û kuştin, di serdagirtina malê de eşyayên wî yên li malê jî hatin desteserkirin. Ji ber hewldanên malbatê hinek malzemeyên wî hatin wergirtin lê kaset, daktîlo, pirtûk û gelek eşyayên din nehatin dayîn. Li pişt Kiliç çante, pênûs, cîhaza qeydkirina deng, 3 kasetên vala û mala wan mabû û di erdheja 6’ê sibata 2023’an de mala wan xesara giran dît û piştre hat hilweşandin.     Niştecihên Taxa Xulinçê û xizmên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixîn piştî kuştina Kemal navê Kemal li zarokên xwe kirin. Niha navê Kemal li 40 zarokî hatiye kirin û temenê wan di navbera 15 û 30 de diguhere. Birayê wî Mahmût Kiliç navê Kemal li kurê xwe kir û biraziyê wî Abdullah Kiliç (51) di 32’emîn salvegera qetilkirinê de têkoşîna Kemal Kiliç vegotin.    DÊ NEGIHÊJIN ARMANCA XWE   Birayê wî Mahmût Kiliç da zanîn ku birayê wî li dijî gefxwarinan paşve gav neavêtiye, zextên li ser çapemeniyê îro jî dewam dikin û wiha got: “Di salên 1990’î de rojnameger hatin qetilkirin lê dewlet negihişt armanca xwe. Zext zêde bûn, rojname hatin girtin, bi sedan rojnameger hatin girtin lê bi ser neketin. Îro li Rojava û Başûr bi heman armancê bi SÎHA’yan rojnamegeran qetil dike. 32 sal in zextên li ser çapemeniya azad dewam dike. Wisa fikirîn ku dê pênûsên Apê Mûsa, Huseyîn Denîz û rojnamegerên din li erdê bimîne, lê xwe xapandin. Çapemeniya azad bêhtir mezin bû. Îro jî bi heman armancê rojnamegeran qetil dikin lê dê bi ser nekevin, çapemeniya azad dê mezintir bibe.”   ÇAVKANIYA NÛÇEYAN   Mahmût Kiliç anî ziman ku gundiyan li Kemal Kiliç hez dikirin, di sohbetên gund de Kiliçder barê geşedanan gundî agahdar dikir û wiha got:”Gundî her êvar li mala me kom dibûn û li Kemal guhdar dikirin. Radyoyeke Kemal ya nûçeyên Kurdî pêşkeş dikir hebû. Radyo guhdar dikir û der barê nûçeyên tên dayîn de şîrove dikir. Em ji Kemal fêrbûn ku li Rojava Kurd bêyî nasname dijîn, li wir Kurd tên qetilikirin. Li gund çavkaniya nûçeyan Kemal bû. Me li gund çandiniya nîskan dikir û ji ber ku Kemal pir dihat hezkirin gundî dihatin alîkarî didan me û me zû karê xwe diqedan. Her tim dixwest alîkariyê bide gundiyan û gundiyan jî dema kar de alîkarî  didan wî.”    MIJARA NÛÇEYAN CIVAK BÛ   Mahmût Kiliç diyar kir ku derbarê mijarên ku civakê eleqedar dikir de nûçe çêdikir û wiha got:”Derbarê nûçeyên çêdikir de agahî nedida me. Carnan nûçeyên çêdikir ji me vedişart. Carnan bi dizî diketima odeya wî ka çi  dike. Min dît ku derbarê Komkujiya Helepçeyê ya sala 1988’an de nûçe çêkiriye. Rojekê 50 çewalên ku tê de kinc û pêlav hene anî malê  û ji bo bişîne Helepceyê berhev kiribû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xizmên me hene û Kemal her tim piştevaniya wan dikir û bal dikişand bêwatebûna sînor. Ji me re digot bi sînor Kurdistan kirine 4 parçe û derbarê sînor de gelek nûçe çêdikir. Têkildarî mayînên ser sînor û birîndarbûna însan û hewyanan nûçe çêdikir. Nemaze nûçeyên têkildarî Kurdî çêdikir. Li ku derê dengbêjek hebûya diçû nûçeya wî çêdikir.” Mahmût Kiliç da zanîn ku dê tu caran Kemal Kiliç ji bîr nekin.   ‘BILA ÊRÎŞ BI DAWÎ BIBIN’   Biraziyê wî Abdullah Kiliç diyar kir ku navê apê xwe daye kurê xwe û wiha got: “Pir dihat hezkirin. Ji bo navê wî neyê jibîrkirin herkesî navê Kemal li zarokên xwe kir. Pir alîkarî dida derdora xwe. 32 sal derbas bûn lê me ew ji bîr nekir. Îro jî rojnameger tên qetilkirin. Dema rojnamegerek tê qetilkirin em diçin 32 sal berê û êşên me nû dibin. Bila êrîşên li ser rojnamegeran bi dawî bibin.”   MA / Emrullah Acar