Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû 2025-02-17 11:15:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bû.  Serdanên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re du caran hevdîtin kiribû yê li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de şandeyê îro bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Hevdîtina li ofîsa Barzanî hat kirin, bi dawî bû.    SERDANÊN ŞANDEYÊ   Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.   Şandeyê duh bi Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Şandeyê silavên Abdullah Ocalan ji Barzanî re got û peyamên têkildarî pêvajoyê pê re parve kir. Ofîsa Çapemeniyê ya Barzanî jî têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û got ku Barzanî piştgiriyê dide pêvajoya nû ya li Tiriyeyê û amade ye ku tişta dikeve ser milê wî bike.