Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide 2025-02-17 11:17:53 HEWLÊR -  Keskîn Bayindir li ser navê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirî daxuyanî da û got: “Birêz Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo pêşketina çareserî û aştiyê dê piştgiriyeke mezin bide.” Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi du caran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîti kir, li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê bi Serokê Herêma Federe Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.   Serokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da û got: “Kedkarên çapemeniyê yên hêja, ez we birêzdarî silav dikim. Şandeya me îro bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Hêviyeke mezin hebû û hevdîtineke di nava xwişk-biratiyê de bû. Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re, di mijara pêşxistina pêvajoyê û çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî seknekî erênî û neteweyî bûn, bibiryar bûn. Heke li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çareseriyek pêş bikeve, ev ji bo pêşeroja tevahiya Kurdan gelek girîng e. Pêdiviya gelê Kurd bi çareserî û aştiyê heye. Bendewariya tevahiya dînamîkên Kurdan ew e ku çareserî pêş bikeve. Di vê hevdîtinê de birêz Nêçîrvan Barzanî got ku ji bo çareserî û aştiyê dê piştgiriyeke mezin bide. Em ji gelê xwe re radigihînin ku weke sazî û dezgehên Kurdan em ê ji bo pêşketina aştî û çareseriyê di nava hewldanan de bin. Em ji ber piştevaniya Nêçîrvan Barzanî gelek keyfxweş in. Em spasiya wî dikin.”    MA / Azad Altay