'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’ 2025-02-17 09:54:31 STENBOL - Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Feray Mertoglû diyar kir ku derfeta aştiyê çêbûye û divê bi insafa îktîdarê re neyê hiştin û got: "Divê civakî bibe. Heke em bikarin tevgereke xurt a muxalîf ava bikin, em ê bikarin berê aştiyê bidin rêgeheke rast."   Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk jî dest pê kirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi mebesta civakîkirina aştiyê, kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” da destpêkirin. Gelek derdorên cuda piştgiriyê didin kampanyayê û yek ji wan jî Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) e. Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû diyar kir ku ji bo civakîbûna aştiyê kampanya girîng e.    Feray Mertoglû, da zanîn ku ji bo fikra gelek derdoran a têkildarî “aştiyê” hî bibin kampanya girîng e û ev tişt anî ziman: “Ji bo li gorî vê fikrê polîtîka were pêşxistin gavek e. Kampanya didome û em encaman jê digirin. Şerê heyî bandorê li her kesî dike. Lewma pêdiviya her kesî bi aştiyê heye. Krîza aborî kûr dibe, xelk mexdûr e, cînayetên jinan zêde dibe û civak tê milîtarîzekirin. Lewma pêdiviya hemû civakê bi aştiyê heye. Ji bo zexta li ser civakê were rakirin pêdivî bi aştiyê heye.”    'BUDÇE JI BO ŞER TÊ VEQETANDIN’     Bi domdarî Feray Mertoglû wiha got: “Aştî biqasî av û nan girîng e. Aştî, pariyê nan mezin dike, şer jî biçûk dike. Ji ber ku budçeya gel ji bo şer tê xerckirin. Ji bo ev rewş biguhere, ji bo maf û azadiyan û ji bo ekolojî neyê texrîbkirin, divê aştî hebe. Qeyûm tên tayînkirin, endamên meclisên şaredariyan tên girtin û îktîdar ji bo hebûna xwe bidomîne gefan dixwe. Heke aştî bibe dê her kes jê sûd bigire.”    'DIVÊ EM AŞTIYÊ JI ÎNSAFA ÎKTÎDARÊ RE NEHÊLIN’    Bi domdarî Feray Mertoglû anî ziman ku 7 xalên Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kirî ji bo aştî û demokratîkbûnê girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helwesta AKP û MHP’ê jihev cuda ne. Li rexekî MHP dibêje ‘Bila Ocalan bê li Meclisê biaxive’ û li rexa din jî Erdogan dibêje ‘Em ê terorê biqedînin.’ Gelê Kurd qala aştiyeke birûmet dike û bersivê dide lê îktîdar gavan naavêje. Lewma heke derfeta aştiyê hatibe avakirin, divê ev ji însafa îktîdarê re neyê hiştin û ji bo civakîkirina aştiyê em têbikoşin. Heke em bi derdorên cuda re bên gel hev û têbikoşin, em dikarin bixin rêgeheke rast. Xebatên îro tên kirin, ji bo pêşeroja azad e.”    'DIVÊ ABDULLAH OCALAN DI MERCÊN AZAD DE BIJÎ’    Feray Mertoglû, diyar kir ku Abdullah Ocalan muxatabê aştiyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo vê jî divê xebatên xwe di mercên azad de bike. Divê ewlehiya wî were parastin û şertên ku tê de azad tevbigere bên avakirin. Bi tecrîdê ev kar nameşe. Tecrîd didome, qeyûm tên tayînkirin û binçavkirin hen.e Divê her kes ji bo aştiyê bi rabûrdiya xwe re hevrû bibe. Ji bo pêvajoya heyî veguhera pêvajoya aştiyê divê her kes tişta ji dest tê bike. Beriya her tiştekî bila ji bo aştiyê îmzeyê biavêjin.”   MA / Omer Îbrahîmoglû