ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-17 09:00:24   * Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Feray Mertoglû diyar kir ku derfeta aştiyê çêbûye û divê bi insafa îktîdarê re neyê hiştin û got: "Divê civakî bibe. Heke em bikarin tevgereke xurt a muxalîf ava bikin, em ê bikarin berê aştiyê bidin rêgeheke rast."    * Welatî û nûnerên saziyan ên Îzmîrê bertek nîşanî xespkirina îradeyê dan û gotin: "Qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka demokrasiyê ye. Divê em bi hev re dengê xwe derxînin, ji bilî vê rêyeke me nîne. Em mecbûr in di navbera Wan û Îzmîrê de pirekê ava bikin."    * Seroka Giştî ya Înîsiyatîfa Maf Fatma Bostan Unsal diyar kir ku ji bo aştiyê firsendeke nû ava bûye û got: "Divê civaka sivîl û tevahiya civakê zextê li siyasetmedaran bike ku gavan biavêjin."    * Ji endamên Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê Akin Bîrdal diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyê çareser bibe û got: "Em ê ji bo biçin Girava Îmraliyê serlêdanê bikin. Divê deriye tecrîdê li demokrasi û aştiyê were vekirin."    * Prof. Dr. Şebnem Korur Fînanci bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û got: "Gelo dê ev nîqaşên ser pirsgirêka Kurd veguherin pêvajoya çareseriyê û dê aştî bibe? Ez mecbûr im bibêjim ku di vê mijarê de bihêvî nînim."    *  Nûnerê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç hatibû qetilkirin. Birayê Kiliç, Mahmût Kiliç, got: "Yên ku 32 sal berê Kemal qetil kirin ew kes in ên îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egîd qetil kirin."    * Çalakî û xwepêşendanên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tên li darxistin dê bên şopandin.    * Danişîna doza nûçegihana JINNEWS'ê Şehrîban Aslan ku bi îdiaya "binpêkirina nepeniya jiyana taybet" tê darizandin, dê li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (11.00)   * Şandeya CHP'ê dê li Wanê çendek serdanan bike. (11.00-17.00)   * Li Wan û Stenbolê dê tayînkirina qeyûman bê protestokirin. (18.00-18.30)