Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket 2025-02-17 08:55:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya rojnameya Xwebûnê bi zaravayê Kirmanckî bi manşeta “Ziwan sereke bo” derket.  Hejmara 270'emîn a rojnameya Xwebûnê bi zaravayê Kirmanckî bi manşet “Ziwan sereke bo” derket. Rojnameyê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê mijara ziman derxist pêş û hevpeyvîna kirmanckî ya bi Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli re kir mijara manşeta xwe.    Di surmanşeta rojnameyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamegeran cih girt û bal kişand ser rojnamegerên di salên 1990'î de bi destê dewleta kûr hatin kuştin û rojnamegerên niha bi destê hikûmeta AKP'ê tên qetilkirin.   Her wiha rojnameyê di rûpela yekemîn de cih da nivîsa nivîskar Zinar Ronî ya bi sernavê “Tola hezar salan” ku balê dikişîne ser paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.