MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin 2025-02-15 12:21:53 NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê diyar kir ku di Kongreya Diyaloga Niştimanî ya ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê hatiye avakirin de tevahiya hêzên siyasî, civakî û neteweyî yên welêt li derve hatine hiştin û xwest jinûve bê avakirin.  Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî biryara avakirina komîteya amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî daxuyaniyeke nivîskî weşand. MSD’ê diyar kir ku ew bi dilgiraniyeke mezin biryara avakirina komîteya amadekar a “Kongreya Diyaloga Niştimanî” dişopînin û got: “Ev komîte ji yek hêl û aliyekî siyasî ve hatiye avakirin û ev yek binpêkirina prensîba nûnertiya dadmend û berfireh a hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye.”   MSD’ê bi domdarî destnîşan kir ku komîteya hatiye avakirin nûnertiya Sûriyeyiyan bi hemû pêkhate û cihêrengiya wan nake. MSD’ê, got ku hêzên siyasî, civakî û nîştimanî bi aşkerayî hatine dûrxistin û dûrxistina wan binpêkirineke aşkera ya prensîba hevbendiya niştimanî ye.    Di berdewamê de MSD’ê bal kişand ser paşguhkirina bizanebûn û dûrxistina bimebest a hêzên siyasî yên niştimanî yên ku bi salan li dijî rejîma Esad bûn û rastî kuştin, girtin, sirgûnkirin û koçberkirinê hatin. MSD’ê, daxuyand ku ev kiryar nîşan dide ku niyeteke rast tune ye ku her kes beşdarî avakirina siberoja Sûriyeyê bibe. MSD’ê, wiha domand: “Ev helwest wek dubarekirina siyasetên paşguhkirinê yên rejîma berê ne. Ev jî dê li pêşiya avakirina dewleteke demokratîk bibe asteng.”   MSD’ê daxwaz kir ku komîteyeke amadekar ku xizmeta Kongreya Diyaloga Niştimanî bike ji nû ve were avakirin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav xwe de bihewîne, bikare diyalogeke nîştimanî ya rasteqîn ava bike û bibe alîkar ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ku mafên hemû welatiyên wê misoger bike.