Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne 2025-02-15 12:07:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo meş û mitînga bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê dê li bajarê Fransayê Strasbourgê bên lidarxistin, Kurdistanî û dostên wan kom dibin.  Ji bo meş û mîtînga ku wê bi wesîleya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, Kurdistanî kom dibin.   Ji bo çalakiya ku bi hefteyane amadekariya wê tê kirin, Kurdistanî û dostên wan ji çar aliyên Ewropayê hatin û di serê siharê de gihiştin bajêr. Ji bo çalakiyê cade hatin girtin. Komîteya amadekar jî bi ewlehiya qadê ve mijûl dibe.   Bi hezaran kes bi otobusa ji bajarên dûr hatin û li Lyon û Metz’ê kom bûn. Gel diherike qadê û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Kobanê” berz dikin. Komplo, tê şermezarkirin.   Daxwaza esas a meş û mitînga di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.    Tê payin ku gel saet di 12.00'ê de ber bi qada mitîngê Parc de l'Etoileyê ve dest bi meşê bike.