DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin 2025-02-15 11:26:50 STENBOL – DÎSK Basin Îş’ê têkildarî binçavkirina rojnamegeran û tayînkirin qeyûm daxuyanî da û diyar kir ku dê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin û xwest ku rojnamegerên hatine binçavkirin serbest bên berdan. Sendîkaya Xebatkarên Weşan Matba ya Tirkiyeyê (DÎSK Basin Îş) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî rojnamegerên ku li Wanê nûçeyên tayînkirina qeyûm dişopandin kir. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglu û Rûşen Takva hatine binçavkirin.    DÎSK Basin Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran û tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Li şûna kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin tayînkirina qeyûman û êrîşên li hemberî rojnamegeran dewam dikin û em van ji rêzê nabînin. Demildest hempîşeyên me serbest berdin!”