Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin 2025-02-15 11:12:23   WAN - Polîsan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin û siyasetmedar, rojnameger û parêzer jî di nav de zêdetirî 100 kes binçav kirin.    Polîsan îro di danê sibehê de bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin. Di êrişê de polîsan bombeyên gazê avêtin hundirê şaredariyê û gelek kes bi lêdanê binçav kirin. di dema serdegirtinê de nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglû, Rûşen Takva û Behçet Bayhan jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku siyasetmedar, rojnameger, parêzer û welatiyên hatin binçavkirin, ji bo muayeneyê birin Navenda Tipê ya Yilmaz Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê.