DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin 2025-02-15 11:09:58 AMED – DFG û MKG’ê xwest rojnamegerên ku di serdagirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatine binçavkirin serbest bên berdan.  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle-Firatê û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî 6 rojnamegerên ku di dema serdagirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatine binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî weşando. Di serdagirtinê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver, rojnameer Medîne Mamedoglu, Behçet Bayhan û Rûşen Takva hatibûn binçavkirin.    DFG: ROJNAMEGERAN SERBEST BERDIN   DFG’ê da zanîn ku tayînkirina qeyûm qespkirina îradeya gel e û wiha got: “Di saetên serê sibê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin. Polîtîkaya tayînkirina qeyûm li dijî demokrasiyê ye û xespkirina îradeya gel e. Em tayînkirina qeyûman wek xespkirina îradeya gel qebûl dikin û vê biryarê nas nakin. Rojnamegerên ku çalakiyên li dijî xespkirina îradeya gel dişopandin hedef hatin girtin û bi derbkirinê hatin binçavkirin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver, rojnameer Medîne Mamedoglu, Behçet Bayhan û Rûşen Takva hatin binçavkirin. Rojnameger Mehmet Guleş li erdê hat kaşkirin û rastî şîdetê hat. Em ne xespkirina îradeya gel nas dikin û ne jî bi derbkirinê binçavkirina rojnamegeran qebûl dikin. Bila demildest hevalên me serbest bên berdan.”    MKG: ROJNAMEGERÎ NE SÛC E   Di daxuyaniya MKG’ê de jî wiha hat gotin: “Rojnamegerên nobeda ku piştî cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, dişopandin û peywira xwe ya agahdarkirina gel bi cih tînin, bi êrişeke tund ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Binçavkirina 5 rojnamegerên ku di nav wan de endamên me Rabîa Onver û Medîne Mamedoglu jî hene, bi kelepçekirin li pişt wan, êrişeke eşkere ya li dijî azadiya çapemeniyê ye. Em vê destwerdana derqanûnî ya li dijî rojnamegeran qebûl nakin! Divê demildest hevalên me bên berdan û hemû zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin."