Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê 2025-02-15 11:09:15 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan dikare veguherînin firsenda çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Hewcehî bi guherîna zîhniyet û paradîgmayê heye.” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 sal îro bi hevkariya hêzên navneteweyî ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan, bi komploya navneteweyî ku DYA’yê serkêşiya wê dikir, ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de tê ragirtin.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, komploya navneteweyî û hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd axivî. Kuçukbalaban, diyar kir ku komplo ne tenê êrişeke li dijî îradeya gelê Kurd lê di heman demê de hewldana ji bo derxistina şerê navxweyî û bêîstîqrarkirina Tirkiyeyê bû. Kuçukbalaban, got ku helwesta Abdullah Ocalan û pêşniyarên wî yên ji bo çareseriyê, ev hewldan vala derxistine.    'HÊVIYÊN KOMPLOGERAN PÊK NEHATIN’    Kuçukbalaban, gotina Serokwezîrê demê Bulent Ecevetî ku digot; “Hêj ez jî nizanim ka DYA’yê çima Apo radestî me kir” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de ev gotina wî her tiştekî vedibêje. Hêviya komplogeran ew bû ku Abdullah Ocalan ji rêxistina xwe re bibêje ‘berxwedanê mezin bikin’ an jî hêvî dikirin ku Tirkiye Abdullah Ocalan bikuje û di navbera Kurd û Tirkan de şerekî navxweyî derxînin. Lê hem Tirkiye di mijara ewlehiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de bibaldarî nêz bû hem jî Abdullah Ocalan bi parastin û axaftinên xwe yên ku dibêje meseleya Kurd dikare di çarçoveya komareke demokratîk de were çareserkirin, ev hewldan vala derketin.”    BAL KIŞAND Ser ÇARESERIYA AŞTIYANE   Kuçukbalaban, diyar kir ku tevî aloziya li Rojhilata Navîn jî Tirikye ji bo demokratîkbûnê gavên pêwîst naavêje û got: “Li şûna gavan biavêje, tecrîda li ser Ocalan didomîne û meseleya Kurd çareser nake. Li gel hevdîtinên heyî, operasyonên pir cidî tên kirin. Girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman heye. Ev jî serî gel tevlihev dikin. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Divê dev ji vî şerê ku dixwazin pêşengên Kurdan tune bikin, berdin. Divê bi lîderên Kurdan re bicivin û hevdîtinan bikin. Bi vî awayî dikarin komployê di sala 26’an de vala derxînin. Dê pêvajoyeke demokratîk dest pê bike. Hêvîdarim bibe roja avêtina gavên demokratîk.”   'HEWCEYE ZÎHNIYET BIGUHERE’   Kuçukbalaban, bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Tirkiye vê derê weke dijminê xwe dibîne. Divê rêz tenê ji Kurdên li Tirkiyeyê re neyê girtin. Divê ji bo statuya Kurdan a li her çar parçeyan rêzgir bin. Komplo wiha dikare vala derkeve û pêvajoya aştiyê dikare wiha pêş bikeve. Anku hûn li rexekî êrişî mafên Kurdên li Iraqê û li rexa din jî dijminatiyê li Kurdên li Sûriyeyê bikin, derfeta çareserkirina meseleya Kurd a li Tirkiyeyê jî namîne. Lewma jî hewcehî bi guherîna paradîgma û zîhniyetê heye.”    'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN FÎZÎKÎ BÊN BAŞKIRIN’   Di berdewamê de Kuçukbalaban anî ziman ku salvegera komployê dikare ji bo Tirkiyeyê weke firsendek were bikaranîn û ev nirxandin kir: “Ji bo hebûna Tirkiyeyê bidome û li Rojhilata Navîn bihêz be, divê demokrasiya wê xurt bibe û rejîmeke xwe dispêre mafên mirovan were avakirin. Her wiha ji bo naskirina mafên gelan jî firsendek e. Dewlet bi xwe jî îradeya çareseriyê ya Ocalan qebûl dike. Em dibînin ku hewldanên Ocalan ên ji bo demokratîkbûnê û pirsgirêka Kurd dipejirînini. Heta ku şert û mercên tecrîdê yên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî bidomin dê muzakere û hevdîtin nemeşin. Ji ber ku rêxistina Abdullah Ocalan pêşengtiya wê dike xwedî hêzeke mezin a çekdar e. Avadaniyên siyasî hene. Ji bo birêvebirina van tevan divê yekser bi wan re pêwendiyan deyne. Divê şert û mercên fîzîkî yên Ocalan jî li gorî ruhê vê pêvajoyê bên başkirin.”    'PÊVAJO BI WALÎ Û MIDÛRÊN EMNIYETÊ NAMEŞE’    Kuçukbalaban, got ku di serî de Îmrali divê li hemû girtîgehan sererastkirin bên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê mafê hêviyê yê 4 hezar girtiyên muebbeta giran were axaftin. Bi israra şer re pêvajo nameşe. Sibe du sibe dê di nav dewletê de jî yên dixwazin pêşiya pêvajoyê bigirin derkevin. Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin, divê tevahiya avadaniya îdare û darazî jinûve were sererastkirin. Anku walî û midûrên emniyetê yên we ji bo şer û pevçûnan tayînkirin re ev pêvajo nameşe. Ji bo hevdîtina bi Ocalan re salê 2 caran em serlêdanan dikin. Heta niha yek carê jî bersiv nehatiye dayin. Dê serlêdanên me bidomin. ÎHD aktoreke girîng a têkoşîna aştiyê ye.”   MA / Omer Gungor