Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin 2025-02-15 06:01:19 WAN – Di dema serdagirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn ji pîştve kelepçekirî hat binçavkirin. Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de polîsan bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a  Wanê de girtin û li hundirê avahiya şaredariyê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî hat binçavkirin. Hatûn bertek nîşanî tayînkirina qeyûm û êrîşa polîsan da û ji piştve hat kelepçekirin û binçavkirin. Di dema binçavan de xwestin serê Hatûn xwar bikin û piştî demekê Hatûn serbest hat berdan.