Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin 2025-02-15 09:04:06 ŞIRNEX - Di îtîrazê de biryara beraetê ya dadgeha herêmî ya ji bo polîsê ku li navçeya Hezexê bi wesayîta zirxî Mîraç Mîroglû qetil kir, hat betalkirin. Doza Miroglû dê dîsa bê lidarxistin. Li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê, di 3'ê Îlona 2021'ê de Mîraç Mîroglû yê 7 salî dema li ser kolana ku mala wî lê bû, wesayîta zirxî lê xist û jiyana xwe ji dest da.   Di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de ku di 7'emîn danişîna doza der barê polîsê ku Mîroglû bi sûcdariya "kuştina bi qisûr" hatibû vekirin de pêşkêşî dadgehê hat kirin.  Hat îdiakirin ku wesayît hêdî diçû û Miroglû sûcdar e, bêyî ku leza wî were tespîtkirin. Serdozgeriyê jî di vê çarçoveyê de nêrîna xwe pêşkêş kir û ji bo polîsê kiryar Mehmet Kîraz beraet xwest. Dadgehê ev daxwaz bi cih anî û Kîraz beraat kir.   Piştî biryarê baroyên Şirnex û Amedê li dijî biryarê nerazîbûn nîşan dan û îtîrazkirin. Dadgeha Îstînafê biryara îtîrazê da û biryara beraetê ya ji bo Kîraz hatibû dayîn betal kir.   Ji bo doz ji nû ve bê lidarxistin divê Wezareta Karên Navxweyî destûrê bide. Ji ber vê dê dîroka danişînê di rojên pêş de diyar bibe.    MA / Zeynep Dûrgût