‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’ 2025-02-15 09:02:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Şoxan Mîrza bertek nîşanî bêdengiya hikûmetên Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê ya li hemberî qetilkirina rojnamegeran da û got: “Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin hedef tên girtin.”  Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Di êrişên heta niha de gelek sivîl hatin qetilkirin, malên wan hatin rûxandin û gelek gund jî hatin valakirin. Di nava 2 salan de li herêmê 4 rojnameger ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Herî dawî jî rojnameger Azîz Koyluoglû di 27’ê Çileyê de li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Li dijî qetilkirina rojnamegeran heta niha yek lêpirsîn nehatiye vekirin û ji bo sekinandina êrişên li ser rojnamegerên Kurd ne hikûmeta Iraqê ne jî ya Başûr tu bertek nîşan nedane. Di asta navneteweyî de jî ev bêdengiye didome.    Rojnameger Şoxan Mîrza der barê êrişên li ser Rojnamegerên Kurd û bêdengiya Iraq û hikûmeta Federal a Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'NE HÊSANE KU HEQÎQETÊ JI HOLÊ RAKIN'    Şoxan Mîrza, anî ziman ku di nava sê salên dawî de dewleta tirk welatî, siyasetmedar û rojnameger jî di nav de gelek sivîl qetil kiriye û got: “Bêguman dewleta dagirker a tirk ji bo pêkanîna armancên xwe yê li herêmê siyaseta xwe ya şer li ser herêmê dide meşandin. Dixwaze ku hebûna gelê Kurd li vê herêmê nehêle û tune bike. Her dengeke heqîqetê ku li ser vî şerê dewleta tirk teşhîr dike di hedefa dewleta tirk de ye. Di van êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê jî bi taybetî rojnamegerên çapemeniya azad dike hedefa xwe. Ew rojnamegerên ku rastiyê ji raya giştî re radigihînin dike hedef. Li dijî rojnamegerên çapemeniya azad her amûreke şer bikar tîne. Niha başûrê Kurdistanê ji bo xwe kiriye navenda êrişan. Raste rast hedefgirtina rojnamegeran tirsanokiya dewleta tirk a li hemberî rastiyê nîşan dide. Ji ber ku dizane ku bi hedef girtina fîzîkî ya rojnamegeran nikare heqîqetê ji holê rabike. Ji ber ku ji bo derxistina heqîqetê heta niha bi sedan kes bi ser vê riyê bedel dane û di oxira vê de canê xwe dane. Me bi ser heqîqetê rihê xwe perwerde kiriye. Ne hêsane ku vê heqîqetê ji holê rabikin."    'KESÊN KU SÛCÊN WAN TEŞHÎR DIKIN HEDEF DIGIRIN'   Rojnameger Şoxan Mîrza diyar kir ku bi sedan kesan cihê her rojnamegerekî/a hatiye qetilkirin girtine û ev tişt anî ziman: “Bi qetilkirina rojamegeran tê xwestin ku rastiya li herêmê bê veşartin. Di êrişa dawî de keseke pêşeng, pênûseke azad ku li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê xebat dane meşandin hevalê me Azîz Koyluoglu di encama êrişa dewleta tirk de hate qetilkirin. Têkoşereke ku 30 salan jiyana xwe ji bo ragihandina heqîqetê feda kiribû. Beriya wê jî du hevalên me yên rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahadîn hatin qetilkirin. Ji ber bêdengbûna rêxistinên navneteweyî û hikûmeta Kurdistan û ya Iraqê careke din dewleta tirk ev êrişên xwe pêk anîn. Dewleta tirk hemû cureyê şer û hemû çeken qirkirinê li hemberî gelê Kurd û çapemeniya azad pêk tîne. Li dijî vê rêxistin û saziyên navdewletî bêdeng in. Ev bêdengiya wan tê wê wateyê ku di van êrişan de berjewendiyên wan hene. Bi van êrişan dewleta tirk dixwaze ku armancên xwe yên qirkirinê pêk bîne û dengê heqîqetê qut bike. Bi hedef girtina herdu jinên rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahadîn xwestin peyamekî bidin çapemeniya azad a li ser heqîqetê kar û xebatên xwe dide meşandin. Lê bi dehan kesên din cihê van hevalan girtin û kameraya wan li erdê nehiştin û di nav ragihandina azad de cihê xwe girt. Divê ku her Kurdeke welatparêz van êrişan li dijî xwe bibine. Di şexsê çapemeniya azad de rastiyê dike hedef dixwaze rastiya ku li vir tê jiyan binax bikin. Ji ber wê jî ew kesên ku şerê dewleta tirk ku li herêmê dide meşandin teşhîr dikin bi zanebûn dike hedef."    'ÇIMA IRAQ Û PDK BÊDENG IN?'    Rojnameger Şoxan Mîrza da zanîn ku armanca Tirkiyeyê ew e ku li herêmê yek rojnamegerê ku sûcên wan teşhîr dike nehêle û got ku bêdengî û bêhelwestiya Iraq û hikûmeta Kurdistanê ya li dijî van êrişan nayê qebûlkirin. Şoxan Mîrza, wiha domand: “Ji ber wê jî li vir dixwaze ku xebatên rojnamegeran de metirsiyê çêbike. Tirsê têxe nava dilê wan. Lêbelê ew çiqasî êriş bikin jî em kar û xebatên me ewqasî zêdetir didin meşandin. Li rojavayê Kurdistanê de jî me dît ku 2 hevalên me dema ku rastî ragihandin hatin qetilkirin. Ev sê car in dewleta tirk li başûrê Kurdistanê êrişî rojnamegeran dike. Li bakurê Kurdistanê jî kesekê ku li hemberî zilm û zordariyê bêdeng neminin û teşhîr dikin jî tên girtin. Ev jî siyaseteke din e ku dewleta tirk bi hemû cûreyê şer êriş dike. Bi giştî li herêmê li ser her rojnamegerekî êriş hene. Ji ber ku şerê ku li vir dimeşîne em teşhîr dikin. Li dijî qetilkirina rojnamegeran çima Iraq û PDK bêdeng in. Çima heta niha helwestek nehatiye nîşandan? Gelo ew jî şirîkên van êrişan e?"    'DIVÊ DER HEQÊ TIRKIYEYÊ DE LÊPIRSÎNÊ BIDIN DESTPÊKIRIN’    Rojnameger Şoxan Mîrza bal kişand li ser bêdengiya hêzên nadewletî jî û got: “ Bêdengiya hêzên navdewletî ya li dijî van êrişan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev bû sê car ku li ser rojnamegerên Kurd êriş çêdibin lêbelê heta niha di asta navdewletî de yek bertek nehatiye nişandin. Li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê hişmendiyeke qirker li ser rojnamegerên azad pêk tîne. Ji ber wê divê ku li her deverên cîhanê gelê Kurd li dijî qirkirina rojnamegerên Kurd bêdeng nemîne û dijitiya xwe ya li hemberî vê nîşan bide. Divê ku hemû rojnameger bi xebateke hevbeş li dijî van êrişan derkevin. Ji aliyê asayî û hiqûqî de têkoşîn bidin ku der barê dewleta tirk de lêpirsîn bê vekirin. Divê ku hesab ji van êrişan nê pirsin. Em van êrişan encax bi xebateke hevbeş û helwesteke hevpar dikarin bidin sekinandin."    MA  / Zeynep Durgut