Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin 2025-02-15 07:43:52 WAN – Polîsan bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin û gelek kes hatin binçavkirin.  Piştî ku cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn li şaredariyê çalakiya nobedê hat lidarxistin. Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de saet 04:00’an de bi sedan polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Çalakvanan deriyên şaredariyê ji polîsan re girtin, polîsan bombeyên gazê avêtin şaredariyê,  derî û pencereyên avahiyê şikandin. Polîsan di nav de siyasetmedar û gelek rojnamevan binçav  kirin.    Li hundir û derveyî avahiya şaredariyê dorpêçkirina polîsan didome.