Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê 2025-02-14 16:41:31 ENQERE - Endamên Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çûn serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan.  Endamên Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ku ji wêjevan, akademîsyen û siyasetmedaran pêk tê, çûn serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan. Serdan, li navenda giştî ya partiyê hat kirin.    Endamên hewldanê ji hêla Hevserokên Giştî, endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û endamên MYK’a DEM Partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Wêjevan Ayşegul Devecîoglû, Doç. Dr. Fîkret Başkaya, Prof. Dr. Baskin Oran, siyasetmedar Prof. Dr. Fatma Gok, dozgerê berê yê DMME’yê Riza Turmen, parlamentera berê Fîlîz Kerestecîoglû, Prof. Dr. Onur Hamzaoglû, siyasetmedar Ziya Halîs, Dr. Yakin Erturk, Yasemîn Ozgun, siyasetmedar Şebnem Oguz û nivîskar Kamîl Ateşogûllari û siyasetmedar Nûrten Ertûgrûl di şandeya hewldanê de cih girtin.    Piştî kişandina wêne û dîmenan, serdan ji çapemeniyê re girtî domiya.