Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê 2025-02-14 14:35:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Girseya ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê hate gel hev, berxwedana gelê Wanê silav kir. Di çalakiya li Rihayê de jî peyamên piştevaniya bi berxwedana Wanê re hatin dayin. Cezayê hefsê yê 3 sal û 9 mehan ku li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn û hewldana tayînkirina qeyûm, li Sêrt û Rihayê hate protestokirin.    SÊRT    Ji bo protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê xelkê bajar her hefteyê di roja înê de çalakiyê li dar dixe. Di vê hefteyê de li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî hate dayin û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji Sêrtê silav ji berxwedana Wanê re, na ji xespa qeyûm re” hate hilgirtin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Qeyûm dê biçin, gel dê were” hatin berzkirin. Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî di daxuyaniyê de axivî û got ku gelê Wanê li dijî polîtîkayên tayînkirina qeyûman mezin li ber xwe dide û berxwedana gelê Wanê silav kir.    Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn jî diyar kir ku îktîdarê ranegirtiye ku gelê Wanê tevahiya şaredariyan bi dest xistiye û got: “Gelê Wanê tevî sermayê jî berxwedaneke ku dilê mirov germ dike raber dike. Mîna ya berê ev berxwedan jî dê bi xwe re serkeftinê bîne. Û ev zîhniyeta xespkar dê têk biçe. Divê îktîdar di vê pêvajoya bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin de jidil be. Em heta dawiyê piştgiriyê didin pêvajoyê. Ji bo aştiyeke birûmet divê her kes destê xwe deyne bin kevir.”    Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû.    RIHA     Rêxistinên DEM Partî, DBP û TJA’yê li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne qeyûm demokrasî” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de ji ewil aktîvîsta TJA’yê Edle Fîdan axivî û got ku ew bi xelkê Wanê re ne û ev tişt anî ziman: “Hûn dê nekarin bi rêya qeyûman bi vî gelî paşvegavê bidin avêtin.”     SIYASETA TESFIYEKIRINÊ   Parlamenter Omer Ocalan jî anî ziman ku ew bi sala ne li dijî bêhiqûqtiyê li ber xwe didin û wiha got: “Qeyûm, siyaseta tesfiyekirinê ye. Îktîdar pêşiya yên dibêjin ‘em bi siyasetê çareser bikin’ digire. Ev nakokî ye. Divê AKP biryara xwe bide. Divê bibêje ku bi çareseriyê re ye. Gelê Kurd ev sedsal in li ber xwe dide û dê li ber xwe bide. Gelê Wanê ji bo xwedîderketina li vîna xwe û protestokirina siyaseta qeyûm li kolanan li ber xwe dide. Siyaset, bi komkujî û tayînkirina qeyûmna nabe. Gelê Kurd li ser pêya ye û dê têkoşîna xwe bidomîne. Em jî dê biisrar demokasiyê biparêzin. Dê demokrasî bi ser keve.”    Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Wanê" û bi çepikan bi dawî bû.      DEM Partî, DBP û TJA’yê li Parka Lezgo ya navçeya Sêwereg a Rihayê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm xesp e, em rê nadin xespê” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de peyamên piştevaniya bi berxwedana Wanê re hatin dayin.    Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.