Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin 2025-02-14 14:27:16 ANTALYA - Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz bi girtiyên li girtîgehên Antalyayê re hevdîtin kir. Saliha Aydenîzê diyar kir ku ev saleke girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nayên kirin û mafê wan wê tedawiyê tê binpêkirin.  Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz çû Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê û bi girtiyan û rêveberiyên girtîgehan re hevdîtin kir. Piştre jî Saliha Aydenîzê li pêşiya girtîgehê daxuyaniyeke kin da. Saliha Aydenîz, diyar kir ku heman pirsgirêkên li hemû girtîgehan tên jiyîn li girtîgehên Antalyayê jî hene û got: “Di mijara sewqên nexweşxaneyan de girtî pirsgirêkên mezin dijîn. Hinek girtiyên nexweş ev saleke sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin.”    'EM Ê VAN BINPÊKIRINÊN MAFAN BIŞOPÎNIN’    Bi domdarî Saliha Aydenîz destnîşan kir ku girtiyên înfaza xwe temam kirin nayên berdan û wiha got: “Welêt, veguheriye girtîgehê. Divê îktîdar li şûna girtîgehên nû çêbike, tavilê bi hiqûq û destûra bingehîn bike. Em ê binpêkirinên li girtîgehan bişopînin û têkoşîna ji bo jiyaneke birûmet bidomînin.”    Endamê OHD’ê parêzer Erhan Akti jî got ku ew ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bişopînin û ev tişt anî ziman: “Heta ev pirsgirêk tên çareserkirin û hevalên me hemû mafên xwe bikar tînin dê têkoşîna me bidome.”