Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne 2025-02-14 13:37:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Îtalyayî Ezio Menzione diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi xwe re çareseriyê neyîne û got: “Heke Abdullah Ocalan azad bibe dê pêvajo bi ser keve.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.  Apo 26 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, di nava hewldanan de ye. Parêzerê Îtalyayî Ezio Menzione yê ku bi xebatên xwe yên li qada mafên mirovan û hiqûqa ceza tê naskirin, pêşketinên nû yên ku li dora çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tê ji ANF'ê re nirxand.   ‘DIVÊ GEŞEDANÊN DAWÎ BI BALDARÎ BÊN NIRXANDIN’   Parêzer Ezio Menzione, bal kişand ser girîngiya nîqaşên nû yên li dora çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û wiha got: “Şert û mercên ku Abdullah Ocalan ev bêhtirî 20 sal in lê tê ragirtin, rewşeke tevlihev û zehmet e. Ew girav tenê ji bo Abdullah Ocalan hat dîzaynkirin. Piştre ji ber zexta Ewropayê 3 girtiyên din jî li cem Ocalan hatin bicihkirin. Di hefteyên dawî da me hin guherîn ferq kirin. Ez ne li bendê me ku di demeke kurt de veguherîneke mezin pêk bê, lê liv û tevger heye. Divê ev geşedan bi baldarî werin nirxandin. Serokek hevalbendê Erdogan e û ji AKP’ê jî radîkaltir e pêşniyara ‘Çima Ocalan venaxwînin meclisê ku armanc û rêbazên xwe reva bike?’ kir. Ev rewşeke ku kesek ne li bendê bû. Ev, nîşan dide ku tiştek guheriye. Ji sala 2019'an û vir ve cara yekê ye destûr ji parlamenteran re tê dayin ku biçin serdana Ocalan. Bi salan e hemû têkiliyên bi Ocalan re ku malbat û parêzerên wî jî di nav de ne, hatibûn astengkirin."   Bi domdarî Menzione, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêyên demokratîk û guhertina şert û mercên Abdullah Ocalan hêviyeke nû ava bûye û ev tişt anî ziman: “Weke parêzerên pêşverû yên li Ewropayê, herî dawî ji bo heyetek Ewropayê biçe serdana Ocalan me serî li Wezareta Karên Hundir dan. Bi ya min israra Ocalan a ji bo aştiyê mafdar e. Ya wê dawî li tecrîda li Girava Îmraliyê bê anîn, ya jî li herêmên Kurdan ên li Tirkiyeyê wê ti carî aştî pêk neyê.”   ‘AZADIYA OCALAN DÊ PÊVAJOYÊ BI SER BIXÎNE’    Menzione, destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan wê pêvajoyê bi ser bixîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku Ocalan di girtîgehê de bê ragirtin û bêdengkirin, wê alozî her zêde bibe. Eger ew bi serbestî biaxive û siyasetê bike, dibe ku alozî kêm bibûya yan jî bi temamî biqediya. Em di sala 2015'an de di dema Mutabeqeta Dolmabahçeyê de li ber vê yekê bûn. Lê belê yê ku ji pêvajoyê paş ve gav avêt ne Ocalan, Tirkiye bi xwe bû. Û me hemûyan dît ku ji nîvê duyem ê wê salê çi qewimî; bombekirin, pevçûn û şer. Eger Tirkiye bi rastî jî aştî û aramiyê dixwaze, neçar e meseleye Ocalan bigire dest.”   ‘ÊDÎ DEMA GIRTINA PÊŞIYA SIYASETA TUNDIYÊ HATIYE’   Bi domdarî Menzione, anî ziman ku divê dewleta Tirk bêhtir jidil nêzî pêvajoyê bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Bêguman girîng e nîqaş bên kirin. Lê belê dema nîqaşê derbas bûye û êdî dem hatiye ku pêşî li siyaset û hêza tundiyê bê girtin. Divê ev nîqaş li platformên guncaw (li meclisê, li welêt, li bajaran) bên meşandin. Li bajarên ku Kurd dijîn piştî hevşaredar tên hilbijartin bi çend mehan, tên girtin û qeyûm tayînê cihê wan tê kirin. Em êdî rewşeke wiha qebûl nakin. Pêkanînên bi vî rengî aramiya her welatî xera dike û tişta ku bi salan e li Tirkiyeyê diqewime tam jî ev e."