Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin 2025-02-14 13:14:29 WAN - Dayikên ku tevî hewayê sar jî li Wanê qada nobetê naterikînin wiha gotin: “Me coşa Newrozê hinek zû jiya. Em ê li ber xwe bidin û tu carn serî netewînin.”  Berxwedana gelê Wanê ya li dijî hewldana tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berdewam e. Dayikên ku di berxwedana çalakiya nobetê ya li pêşiya şaredariyê de cih digirin, tevî hewayê sar jî bi şev û roj li ber xwe didin û qada çalakiyê naterikînin. Dayikên tev li çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn.    Macîde Varhan ku ev 4 roj in di çalakiyê de cih digire, wiha got: “Dê berxwedana me bidome. Ji ber ku dixwazin qeyûm tayînî îradeya me bikin. Weke gel em vê qebûl nakin. Şaredarî ji bo me ne armanc lê amûr e. Em li dijî zîhniyeta me tune dihesibîne li ber xwe didin. Her carê em diçin ser sindoqê û hevşaredarên xwe hildibijêrin lê ew qeyûman tayîn dikin. Lê belê dê nekarin bi dizî û qeyûman me têk bibin. Em ê heta dawiyê xwedî li şaredariya xwe derkevin. Me coşa Newrozê zû jiya. Em ê bi ser kevin û dê nekarin serî bi me bidin tewandin. Her ku gel diherike şaredariyê em bêhtir li ber xwe didin. Em mafdar in lewma nawestin. Dê kesek nekare destdirêjiyê li îradeya me bike.”    ‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’   Ferîde Ozlu jî got ku şaredarî îradeya wan in û dê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ferîde Ozlu, got: “Ez bang li gelê Kurd dikim ku xwedî li şaredariyên xwe derkevin û biparêzin. Em li vir xwedî li vîna xwe derdikevin.”    ‘TEHEMÛLA WAN BO SERKEFTINA KURDAN NÎNE’    Cevahîr Abî jî diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên Kurdan tune dihesibînin û jinedîtî ve tên derkevin û ev tişt anî ziman: “Em zimanê xwe diparêzin. Em naxwazin qeyûm were tayînkirin. Em u caran teslîm nabin. Zimanê ku bi milyonan Kurd diaxivin tune dihesibînin. Nasnameya me qedexe ye. Hevşaredarên me rûmeta me ne. Em vê zilmê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê tevî gelê xwe li şaredariyê bin. Em ê rê nedin wan. Mirûzê me gelek xweş e. Berxwedan ji bo me dîlan û govend e. Em cezayê li hevşaredarê me hatiye birîn qebûl nakin. Di tiştekî herî biçûk de hewl didin qeyûman tayîn bikin. Ji hebûna Kurdan û ji îradeya jinan ditirsin. Tehemûla wan bo serkeftina Kurdan nîne.”    ‘POLÎSÊN XWE PAŞVE BIKIŞÎNIN’   Aklîma Ugur jî da zanîn ku ev 4 roj in li pêşiya şaredariyê ye û wiha got: “Em dibêjin ku qeyûman qebûl nakin. Em ne ji tankên wan ne jî ji topên wan ditirsin. Heta bila nekevin nava hewldana tayînkirina qeyûm jî. Bila polîsên xwe yên li pêşiya şaredariyê vekişînin, bila artêşa xwe vekişînin. Em vê derê terk nakin. Em ê teqez bi ser kevin.”    ‘EM LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE DIDIN’   Saniye Avşar jî bilêv kir ku ew li dijî zilmê nobetê digirin û wiha pê de çû: “Tişta li me tê kirin neheqî ye, zilm e. Em êdî dê nebin bindest. Têkoşîna me ji bo maf û aştiyê ye. Bila êdî tu dayik negirîn. Tevî hewayê sar jî em li ber xwe didin. Heta ku xwîn di canê me de hebe em ê li vir bin.” Besna Akiş jî got ku bi rojaye xwedî li îradeya xwe derdikevin û ev tişt anî ziman: “Bila êdî dayik negirîn û aştî bibe. Em aştiyê diparêzin. Heta ku em azad dibin dê li vir bin.”