Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin 2025-02-14 10:45:18 ÎZMÎR - Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin. Gelek rêveberên DEM Partî û DBP’ê hatin binçavkirin.  Îro di danê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Endama Meclisa Partiyê PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonul Yalçin, endamê PM’a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan 8DEM Partî) Sabrî Gul û Koray Turkay di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê ya li semta Basmaneyê ya navçeya Konakê de jî girtin. Lêgerîna li Mala Hunerê ya Jin Artê didome.