KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê 2025-02-14 09:11:17 STENBOL - Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 15'ê Sibatê de ber bi Strasbourgê biherikin û daxwaza xwe ya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" bilind bikin." Amadekariyên mitîng û meşa ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, bi dawî bûn. Di mitînga ku wê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" bê lidarxistin de, wê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê xwestin.    Ji organîzatorên mitîngê Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurd li Almanyayê (KON-MED) Kerem Gok got: "Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo meş û mitînga Strasbourgê ya 15'ê Sibatê û ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' biherikin qadan."   AMADEKARIYÊN MITÎNGÊ TEMAM BÛN     Gok diyar kir ku amadekariyên mitîngê bi dawî bûne û bal kişand ser girîngiya mitînga li Strasbourgê û got: "Sedema ku em ê li Strasbourgê mitîngê pêk bînin, saziyên girêdayî hêzên navneteweyî yên komplo pêk anîne, li vir in. Mînak Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û gelek saziyên Ewropayê, li vir in. Bi mehan e em li gelek deverên Almanyayê amadekariya mitîngê dikin."   'CIWAN WÊ PIŞTÎ MEŞÊ BEŞDARÎ MITÎNGÊ BIBIN'   Gok diyar kir ku di 9'ê Sibatê de li bajarê Heilbronn ê Almanyayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst hatine gel hev û dest bi meşê kirine û got: "Meş wê heta 15'ê Sibatê bidome. Wê di 14'ê Sibatê de li Parka Golf Dietenbach a Freiburgê li hev bicivin û li kolanên herî qelebalix ên bajêr bimeşin. Danê êvarê 14'ê Sibatê wê ciwan li Freiburg Golf Dietenbach bimeşin. Sibeha 15'ê Sibatê jî wê bi otobusan bên Strasboûrgê. Meşa ciwanan li Almanyaya atmosfereke erênî afirand."   Gok anî ziman ku pêkhateyên çep-sosyalîst ên gelên cuda jî di nava xebatên mitîngê de cih girtine.    'KOMPLO PÛÇ BÛ'   Gok anî ziman ku gelê Kurd li dijî komploya navneteweyî têkoşîneke pir birêkûpêk û rêxistinî meşandiye û wiha dewam kir: "Beriya niha bi sed sal berê di 15'ê Sibata 1925'an de Şêx Seîd li dijî zilmê serî hilda û serhildan bi xwînê hat tepisandin û di 29'ê Tîrmehê de Şêx Seîd hat îdamkirin. Rêber Apo jî beriya niha bi 26 salan, di 15'ê Sibatê de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û bi vê re peyama 'Me çawa sedsal berê azadiya we ji dest we stend, em ê heman tiştî bikin.' Lê belê berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo û têkioşîna gelê Kurd komployê pûç kir. Kesên Rêber Apo di nava çar dîwaran de asê kirin, xafilîn. Fikirên Rêber Apo û paradîgmaya wî li seranserê cîhanê belav bûn û ji bo hemû gelên aştîxwaz bû hêvî."    BANGAWAZÎ   Gok wekî KON-MED bang li her kesî kir ku beşdarî mitînga li Strasbourgê bibe û got: "Her kesên ku li dijî şer aştiyê diparêzin û dixwazin destê Rêber Apo li dijî dagirkeran xurt bikin, bila beşdarî mitînga Strasbourgê bibin. Em hemû kesan vedixwînin ku peyama Rêber Apo silav bikin."    MA / Esra Solîn Dal