Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin 2025-02-14 08:35:58 WAN – Çalakiya nobedê ya li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li hemberî berfê di roja 4’emîn de  dewam kir.  Piştî ku ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh ceza hat birîn li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Welatî li hemberî hewaya sar û berfê di roja 4’emîn de jî çalakiya nobedê domandin. Hinek welatiyan li derve agir pêxistin û govend gerandin. Hinek welatî jî li hundirê avahiya şaredariyê nobed dewam kirin. Her wiha parlamenterên DEM Partiyê û gelek hevşaredar jî beşdarî çalakiyê bûn.    Çalakvana heta serê sibê li qadê nobed girtin. Xebatkarên şaredariyê saetên serê sibê çay û şorbe dan welatiyan. Çalakiya nobedê dê îro jî bi bernameyên cihêreng berdewam bike û bernamey wiha ye;    * Bernameya Jin Ma (14.00)   * Bi tevlêbûna Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan dê Konseya Bajar li otelekê civîn lidar bixin. (15.00)   * Hunermendên herêmî dê derkevin ser dikê. (15.00-17.00)   * Koma Arhat dê stranan bibêje. (19.00)    * Dê Stand-up bê pêşandan. (21.00)