Tehliyeya Kandemîr bi hinceta ‘greva birçîbûnê’ taloq kirin 2025-02-13 09:33:54 AGIRÎ - Tehliyeya Emrah Kandemîr bi hinceta tev li çalakiya greva birçîbûnê bûye 6 mehan hate taloqkirin.  Emrah Kandemîr li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin û înfaza cezayê wî di 24’ê Kanûna 2024’an de temam dibû. Lê belê bi hinceta rewşa “nebaşhaliyê” nehat berdan. Kandemîr, di 2011'ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 4 mehan û di 2012’an de jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 8 mehan girtî ma. Kandemîr ji van dosyayan beraet kir. Kandemîr, di sala 2015’an de li navçeya Bazîd a Agiriyê hate binçavkirin û girtin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal û 6 meh bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî 3 sal û 6 meh cezayê hefsê da. Ji ber ku ji dosyayên berê beraet kiribû, ji ber cezayê dawî hate girtin.    Kandemîr, înfaza cezayê xwe di 24’ê Kanûna 2024’an de temam kir. Lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta ku tev li çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûye, îdiaya “nebaşhaliyê” kir û tehliyeya Kandemîr 6 mehan taloq kir.    XWEST KURÊ WÊ WERE BERDAN     Dayika Kandemîr, Hamîde Çelîk bertek nîşanî neberdana kurê xwe da. Hamîde Çelîk, diyar kir ku kurê wê ji ewil birine girtîgeha Agiriyê û piştre li gorî rêzê birine Konya, Erzîrom, Wan û herî dawî Xarpêtê. Hamîde Çelîk, wiha domand: “Konya dûr bû lewma em salekê neçûn serdanan. Girtiyan dibin cihên dûr ku bi tenê bihêlin. Bi vî awayî hem malbatan hem girtiyan ceza dikin.”    Hamîde Çelîk, diyar kir ku kiriyarên li dijî kurê wê tên kirin derhiqûqî ne û wiha pê de çû: “Wezîrê Dadê û serokkomar dikarin vê meseleyê çareser bikin. Lê raye dane lijneyên girtîgehan. Heke li welatekî edalet tune be, wê demê tolhildan dikeve dewrê. Lewma Emrah nayê berdan. Ez nexweşim û milê min felc bûye. Divê ez emeliyat bibim. Dixwazim kurê min were berdan. Jiyana dayikan bi zarokên wan re xweş e. Bila ev sal bibe sala çareseriyê û dayik bikarin zarokên xwe hembêz bikin. Bila zarok ji girtîgehan derkevin û pêvajoya hatiye destpêkirin mayinde be. Dixwazim aştî, biratî û wekhevî çêbibe.”    MA / Mehmet Guleş