Rojnameger Germiyanî: Li dijî qetilkirina rojnamegeran pêdivî bi helwesteke navneteweyî heye 2025-02-13 09:09:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistanê xetere li ser jiyana rojnamegeran heye û got: “Lewma gelekî girîng e ku li dijî van êrişan helwesteke navneteweyî were nîşandan.”  Li Rojhilata Navîn aloziya şer her ku diçe kurtir û girantir dibe. Di şer de rojnamegerên ku dixwazin rastiyê bi raya giştî re parve bikin, hedef tên girtin.  Li gorî daneyên IFJ û RSF’ê, di sala dawî de li Kurdistanê û Filistinê 102 rojnameger hatin kuştin. Li gorî daneyên MKG û DFG’ê jî di 2 salên dawî de li Kurdistanê 9 rojnamegerên Kurd hatin kuştin. Li gorî raporan di 5 salên dawî de li Kurdistanê 13 rojnamevan di êrişên Tirkiyeyê yên hewayî de hatin kuştin. Li gorî daneyan herî zêde jî li Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnameger di xetereyê de ne û herî zêde rojnameger li van herêman hatine qetilkirin. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19'ê Kanûnê de li Bendava Tişrînê bûn hedefa SÎHA’yên dewleta tirk û hatin qetilkirin. Herî dawî jî rojnameger Azîz Koyluoglu di 27’ê Çileyê de li Silêmaniyeyê bû hedefa SÎHA'yên dewleta tirk û hate qetilkirin.    Li Herêma Federe ya Kurdistanê rojnamegerên ku rastiya herêmê radixin ber çavan di hedefê de ne û zextekî giran li ser tê kirin. Rojnameger Baran Germiyanî der barê êrişên li ser rojnamegeran ên li herêmê axivî.   'PDK’Ê Û TIRKIYEYÊ BI DEHAN ROJNAMEGER QETIL KIRIN'   Rojnameger Baran Germiyanî bi lêv kir ku PDK polîtîkaya dewleta tirk a li dijî rojnamegeran li herêmê da meşandin û wiha axivî: "Li bakurê Kurdistanê li gel avakirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd dewleta dagirker a Tirkiyeyê di salên dawî de gelek rojnamevan kirine hedefa êrişên xwe. Di salên 1990'an de xeta xayîn a PDK'ê ku hevkariya dewleta Tirk dikir, bi dehan rojnamevan û hunermend li Hewlêrê şehîd kirin û heta niha jî gorên wan winda ne. Piştî salên 2000'î jî PDK'ê bi siyaseta dewleta Tirk a li hemberî rojnamevanan birêve bir. Bi îşkenceyê, astengkirinê xwest armanc kir ku çapemeniya rast bide bêdengkirin. Li dijî rojnamegeran teror pêk anî. Ji wan mînakan hevalên Serdeşt Osman, Wedat Hisên û Soran Mameheme û çendin rojnamevanên din bi îşkenceyê qetil kirin.”    'PLANÊN WAN ÊN QIRKIRINÊ DERDIXIN HOLÊ'   Rojnameger Germiyanî, bi diyar kir ku li herêmê bi qetilkirina rojnamegeran dixwazin ku pêşî li rastiyan bigirin û wiha got:" Di van salên dawî de dewleta Tirk û PDK'ê êrişeke nû li ser rojnamevanan li Başûr dest pê kir. Bi hevkariya xeta xayînan sala borî li Şengalê dewleta Tirk wesayîteke rojnamegeran bombardiman kir û rojnamevan Murad Mîrza şehîd xistin. Her wiha di meha Tebaxê sala borî de li nêzî bajarokê Seyîd Sadiq êrişeke din wesayîta ragihandina azad kir û Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetilkirin.  Di 27'ê Çileya 2025'an de jî hevalê me Ezîz Koyluoglû qetilkirin. Helbet em dizanin çima dewleta dagirker a Tirk ragihandina azad li başûrê Kurdistanê dike hedef. Dewleta Tirk jî têgihîştiye ku ragihandina azad çi rolekê dilîze û çawa bûye asteng li ber pîlanên wan û hewlên qirkirinê li ser gelê Kurd. Rastiyên wan ji bo gel û raya giştî belav dikin, yanî heqîqetan derdixe holê. Ji ber vê yekê pêşengên ragihandina azad dike hedefa êrişan. Dewleta tirk hevalên me tespit dike û piştre qetil dike."     'VÊ TÊKOŞÎNÊ EM Ê BIDOMÎNIN'   Baran Germiyanî anî ziman ku ew mirateya heqîqetê ya ku Ezîz Koyluoglu li pey xwe hiştiye ew ê li erdê nehêlin û wiha domand: "Divê dewleta Tirk vê yekê jî baş bizane, raste rojnamevan Ezîz Koyluoglû îro wek fîzîkî ne li gel me ye, lê rihê wî dê her tim bi me re be. Bi heman coş û xîretê têkoşîna ku wî ji me re hiştiye bidomînin. Eger îro Ezîzek ji me çûe wê bi dehan Ezîzên din di qada ragihandina azad de cih bigirin. Îro tevî hemû êriş û gef û hewlên ji bo bêdengkirina ragihandina azad, em berdewam in û ew hewlên wan nagihêjin encamê. Her çiqas zextên wan zêdetir bibin û êrişên wan tundtir bibin jî em ê ew têkoşîna ku me daye destpêkirin bidomînin. Em ê dengê heqîqetê bigehînin serkeftinê."    'ÇIMA IRAQ Û PDK BÊDENG IN?'    Baran Germiyanî bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta herêmî û Iraqê da û ev tişt anî ziman: "Bi taybetî ji sala 1991'an ve êrişên dewleta dagirker a Tirk li ser başûrê Kurdistanê zêdetir bûn û bi sedema wan zêdetirî 700 welatiyên sivîl şehîd bûn. Bi taybetî di du salên borî de 66 welatiyên sivîl şehîd bûn û 41 yên din birîndar bûn. Îsal jî 6 welatî şehîd bûn, çar xanî wêran bûn û sê gund bi tevahî vala bûn. Yanî êriş heta îro jî berdewam in, lê bêdengiyeke mezin heye hem di asta hikûmeta herêmî de û hem jî di asta hikûmeta Iraqê de û hem jî di asta navneteweyî de. Sala borî dewleta Tirk û PDK û hikûmeta Iraqê peymaneke îmze kirin ji bo ku gelê Kurd ji nav bibin. Li vir eşkere ye ku çima helwesteke hikûmeta herêmî û Iraqê li hember êrişên dewleta Tirk nîne. Lê cihê şermê ye ku di asta navneteweyî de jî li dijî van êrişan nine. Lê em ê bikaranîna çekên kimyewîi qetilkirina sivîlan, tunekirina xwezayê û herêmê bi nûçeyên xwe teşhîr bikin û em ê dev ji vê rêwitiya heqîqetê bernedin."    'LI DIJÎ KOMKUJIYA ROJNAMEGERAN HELWESTEKE NAVNETEWEYÎ'    Rojnameger Germiyanî, got ku heke li dijî qetilkirina rojnamegeran di asta navneteweyî de nerazîbûn neyên nîşandan wê ev êriş zêde bibin û ev hişyarî kir: "Helbet eger rojnamevan bikaribin di rewşeke aram de karê ragihandinê bikin û rastiyan derxin holê, divê hemû qadê civakê li dijî komkujiya rojnamevanan tê kirin rawestin û êdî qebûl nekin. Heger îro rojnamevan Ezîz Koyluoglû hatibe şehîd xistin wê sibê rojnamevanekî din û hunermend û rewşenbîr û welatiyekî din bê şehîdkirin. Em rojnamager di xeterê de ne. Loma gelekî girîng e ku ku li dijî van êriş helwesteke giştî were nîşandan.  Ew helwest ne tenê di asta herêmî de divê di asta navneteweyî de bê nîşandan.”   MA / Zeynep Durgut