ROJEVA 13’Ê SIBATA 2025’AN 2025-02-13 09:00:51   * Rojnameger-Nivîskar Aykan Sever got: "Heta ku berxwedana HSD'ê bidome, kî çi stratejiyê ava bike bila ava bike, mecbûr e pozîsyona HSD'ê jî bibîne."   * Endamên Koma Vejîn a di bin banê NÇM'ê de hat avakirin, diyar kirin ku kom mîrate ne û gotin: "Em hatin gel hev ku rastiya jiyana komun û muzîkê careke din bînin bîra xwe. Armanca me ew e ku em vê kevneşopiya komê bi gelê xwe re bînin cem hev."   * Dayika Aştiyê Rewşan Doner ku her sal bi rojiya 15'ê Sibatê komploya li dijî Abdullah Ocalan şermezar dike got: "Di sala 2025'an de yên ku 15'ê Sibatê ji bo me kirin 'Roja Reş' wê winda bikin."   * Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistanê xetere li ser jiyana rojnamegeran heye û got: “Lewma gelekî girîng e ku li dijî van êrişan helwesteke navneteweyî were nîşandan.”    * Çalakiya nobetê ya li dijî biryara cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn hatiye destpêkirin dê di roja 3’yan de bi şahiya ciwanan bidome. Li Dîlok, Edene, Amed û Êlihê dê daxuyanî bên dayin. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak dê li navçeya Xana Axparê ya Amedê tev li civîna gel a “Nan û edaletê” bibe. (13.00)   * Ji bo Şêx Seîd û hevalên wî yên têkoşînê dê li Navenda Kongreyan a Çand Amedê merasîma bîranînê bê lidarxistin. (17.00-20.00)