Necla Demîr: Dixwazin çapemeniyê veguherînin amûra propagandayê ya dewletê 2025-02-11 11:30:05 STENBOL - Rojnameger Necla Demîr ku girtî ye, diyar kir ku rojnamegerên divê bibin çav û guhê gel bi gefa girtinê re rû bi rû ne û got: “Bi eşkereyî û bi lezûbez dixwazin çapemeniyê veguherînin amûra propagandayê ya dewletê.”  Rojnameger Necla Demîr Arvas di 17’ê Çileyê de li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de di serdegirtina malê de hate binçavkirin û di 20’ê Çileyê de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Necla Demîr ku niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand.    Necla Demîr, di nameya xwe ya bi sernavê “Xerabiya jirêzê ya li dijî rojnamegeran” de got ku ew ne bi nihêrtina manşetên rojnameyan lê bi girtina rojnamegeran dest bi roja xwe dikin. Di nameya xwe de Necla Demîr Arvas wiha got: “Êdî me fragmana gelo êdî dikare çawa xerabtir bibe, dikarin çiqas zêdetir zêdegaviyê bikin jî derbas kir. Rojnamegerên ku di pêvajoyên kaotîk û nîqaşan de herî zêde serî lê were dayin, îro bi sedemên cur bi cur tên krîmînalîzekirin û heke gotin di cih de be dixwazin pîşeya rojnamegeriyê tune bihesibînin. Li erdnîgariyên ku şer û krîz lê kûr dibin, komkujiyên jinan lê tên kirin û her cureyên xerabiyê êdî di nava civakê lê bûne mijarên jirêzê, rojnamegerên ku divê bibin guh û çavên civakê îro bi gefa ‘girtinê’ rû bi rû ne. Rêbaza kesên ji rastiya ku fikra azad û heqîqet nayê hefskirin dûr jî her tim dibe hewldana bêdengkirina çapemenî û dengê wê yê mafdar. Di şexsê kesên bi eşq û xwesteke mezin girêdayî rojnamegeriyê û rojnamegeriyê tenê ne wek pîşeyekê dibînin de diyar dibe ka ev hewldanên wan çiqas neserketî ne...”    'DIXWAZIN ROJNAMEGERIYÊ TUNE BIHESIBÎNIN’    Bi domdarî di nameya xwe de Necla Demîr anî ziman ku hewldana ji bo tunekirina rojnamegeriyê heye û wiha pê de çû: “Dixwazin pergaleke wisa ava bikin ku her kesên dipirsin û peywira venihêrîna pênûs bicih bînin hedef nîşan bidin. Rojnamegerên ku di serdema nû de weke ‘hedef’ tên nîşan dan divê ji her demê bêhtir xwedî li pîşeyê û rûmeta pîşeyê derkevin. Êdî ne tenê xerabiyeke li dijî Çapemeniya Azad û çapemeniya muxalîf e. Êdî ew sînor derbas kir. Nediyare êdî dê di danê sibehê de li deriyê kîjan rojnamegerî/ê were xistin. Di rewşeke wiha de êdî dema wê hatiye ku kesên dibêjin ‘tişta ku zirara wê ji min re bila her hebe’ êdî dengê xwe derxînin û ev dem derbas jî bûye.”    ZEXTÊN SER ÇAPEMENIYÊ    Necla Demîr Arvas, di berdewamiya nameya xwe de wiha got: “Bi rastî jî li vî welatî zengil ji bo kê lê didin? Rojnameger, rewşenbîr, nivîskar, ciwan, jin û hwd li ser civakeke pir mezin zextekî giran heye. Di rewşeke wiha de ji bilî heqîqetê rojnamegerek dikare xwe bispêre çi? Bi eşkereyî û bi lezûbeziyeke mezin hewl didin çapemeniyê veguherînin amûreke propagandaya dewletê ku tenê daxuyaniyên fermî parve bike. Her roj herî kêm 4-5 jin tên qetilkirin, zarokên tên kuştin diavêjin rûbaran, aqûbeta gelek jinan tê veşartin. Di rewşeke wiha de nîqaşên li ser van bûyeran asteng dikin û weke sûc nîşan didin. Ev helwest, helwestekî sosret e. Di serî de krîza aborî, krîza siyasî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Di demeke wiha de aqilê siyasî amûrên tundiyê li Tirkiyeyê xistiye meriyetê û di vê rewşê de weke karê ewil rojnamegeran hedef digire. Lewma jî hedefgirtina rojnamegeran belasebeb nayê kirin...    DIXWAZIN BEDELA WÊ ROJNAMEGER BIDIN    Hîmên bingehîn ên civaka nû ku dixwazin ava bikin tên danîn (perwerde, malbat, tenduristî, aborî û hwd) û çapemenî jî van yek bi yek teşhîr bike. Lewma jî ‘Şûrê Demokles’ wisa bi awayekî rasthatî ser serê rojnamegeran na gerînin. Êdî tekane binegha ku îktîdara ku êdî nema dikare hilberîne xwe dispêrê tunehesibandina rastiyê, astengkirin û xistina dewrê ya amûrên zextê ye. Di rewşeke wiha de dixwazin bedela wê bi rojnamegeran bidin dayin. Nivîsandina weke ku di rastiya welêt de ewqas tişt neyên jiyîn jî bûye peywira sereke ya medyaya tetîkkêş.    PEYWIRA DIKEVE SER MILÊ ÇAPEMENIYA AZAD   Peywir û berpirsyartiya çapemeniya azad û çapemeniya muxalîf a li dijî vê rewşa xeternak jî zêde dibe. Bi qasî av û nan pêdivî bi rê û rêbaza berterafkirina van ‘xerabiyên jirêzê’ yên li dijî rojnamegeriyê heye. Di rewşeke wiha de gelo ma inyeta we nîne hûn van zengilên bênavber lê didin bêdeng bikin?    Silav û hezkirinên xwe ji bo hevalên bi keda xwe xebatan hîn bêhtir binirx dikin dişînim...”    JI BER ROJEVÊN JINAN TÊ SÛCDARKIRIN    Rojnameger Necla Demîr Arvas ji 20’ê Çileyê ve girtî ye. Îdianameya der heqê Necla Demîr de hatiye amadekirin ku ji 53 rûpelan pêk tê, ji hêla 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de bernameyên bi mijarên 25’ê Mijdarê, komkujiyên jinan, tecrîd, binpêkirinên mafan û budçeyê weke sûc hatin nîşandan. Danişîna ewil a Necla Demîr Arvasê dê di 16’ê Nîsanê de bê lidarxistin.