Li pêşiya şaredariyê protesto: Em ê rê nedin xespkar û dizan! 2025-02-11 10:29:29 WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal di çalakiya li pêşiya avahiya şaredariyê de gotin ew ê rê nedin “xespkar û dizan” û wiha gotin: “Em ê îradeya milyonek û 200 hezar Waniyan bi serfirazî biparêzin.” Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da. Bi cezayê re gel li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kom bû û dirûşmên “Zeydan rûmeta me ye” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz dikin. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî banga piştevaniyê li xelkê bajar kir.    Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    'BIRYAR LI GORÎ FERMANÊN ÎKTÎDARÊ HATE DAYIN’    Hevşaredar Abdullah Zeydan di daxuyaniyê de wiha got: “Kesên nikarin serî bi gel bibin hewl didin bi rêya kompasên darazê îrade gel xesp bikin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê jî nexwestin mazbataya me bidin. Hewce nake em ji gelên Tirkiyeyê re bibêjin bê ka hiqûq çiqasî di bin fermana îktîdarê de ye. Edalet tune ye, hiqûq tune ye, destûra bingehîn tune ye. Tenê darazeke ku daxwaz û fermanên îktîdara siyasî bicih tîne heye. Di biryarên DMME’yê yên ku Tirkiye mehkûm kiribûn de jî hatiye piştrastkirin ku ev doz dozên kompasê ne û dozên siyasî ne. Cezayeke îro bi hinceta ‘teşebisê’ hatiye dayin, cezayeke siyasî ye. Raporên kesên pispor, îfadeyên leşkeran nîşan dan ku ev dozeke kompasê ye. Dixwazin careke din îradeya gel xesp bikin û bi bingeha vê amade bikin. Ji bo vê jî li ser daxwaza îktîdara siyasî cezayeke derhiqûqî hate dayin. Yên ku bêyî şerm bikin dixwazin îradeya xelkê Wanê xesp bikin, bo xwe ders ji xwedîderketina xelkê Wanê ya di 31’ê Adarê de ya li îradeya xwe, hiqûq û edaletê negirtin. Weke xelkê Wanê, weke kesên ji demokrasiyê, hiqûqê, edalet û îradeya gel bawer, em ê bi serfirazî îradeya gelê Wanê û edaletê biparêzin.”    BANG: EM XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN   Bi domdarî Zeydan anî ziman ku wan nelirêtiyên qeyûman ên 8 salan derxistine holê û wiha pê de çû: “Me xebatên di dema qeyûman de nehatin kirin di nava 10 mehan de kir. Ez careke din bang li kesên destên xwe vekirin û li benda xespkirina vîna gel sekinîn dikim; ev zîhniyeta ku li ser sindoqê nekarî serî bi îradeya milyonek û 200 hezar Waniyan bibe, hewl dide îradeya gel xesp bike. Heke hûn bibêjin em ê bi rehetî vîna milyonek û 200 hezar kesan desteser bikin, hûn xwe dixapînin. Ji roja ewil ve me got, îradeya her kesî, heysiyeta wî/wê ye. Em ê îradeya milyonek û 200 hezar Waniyan bipaêzin û xwedî lê derkevin. Ez li vir bangî civaka xwedî wijdan û yên ji edalet û hiqûqê bawer ên Tirkiyeyê dikim; neheqiya li vir hatiye kirin li ber çav e. Tu bingeheke vê derhiqûqiyê tune ye. Me her tim got ku bêhiqûqî, bêedaletî û zilma li vir tê kirin dê sibe li we vegere. Lewma jî em bang li her kesî dikin ku li dijî vê bêedaletiyê li rex demokrasî û edaletê cih bigirin. Parastina îrade, rûmet û heysiyeta xwe ya li dijî van sepanên dijdemokratîk, deynê stûyê me ye. Ev şaredarî, rûmet û heysiyeta milyonek û 200 hezar Waniyan e. Em ê xwedî li vê îradeyê derkevin û banga xwedîderketinê li her kesî dikin. Em rê nedin van xespkar û dizan.”    ŞEDAL: EM Ê DESTÛRÊ NEDIN   Hevşaredar Neslîhan Şedal jî wiha got: “Îktîdara AKP’ê hewl dide bi rijandina xwîna gelê Kurd, bi xespkirina destkeftiyên gelê Kurd û îradeya gelê Kurd xwe li ser pêyan bigire. Dixwaze bi rêya van polîtîkayên qirêjî xwe li ser pêyan bihêle. Li tu devereke cîhanê gotina ‘ez aştiyê dixwazim’ sûc nîne. Di çi exlaq, pirtûk û baweriyan de daxwaza aştiyê sûc nîne. Lê belê di pirtûk, bawerî û exlaqê AKP’ê de şer heye, dizî heye, nelirêtî heye, talan û xespkirina vînê heye. AKP a ku ev 3 serdemin îradeya gel xesp dike êdî li ber tunebûnê ye.”    Neslîhan Şedal, wiha domand: “Rêberên me niha di bin tecrîdê de ne. Gundên me hatin şewitandin û cenazeyên dayikên me bi hefteyan hatin sekinandin. Em hatin sirgunkirin, her roj hatin qetilkirin û bajarên me hatin qedexekirin. Lê çi bû; bi milyonan kes li dijî vê zilmê rabûn ser pêyan. Li her parçeya Kurdistanê şoreş dibe û em îro jî li ser pêyane û li ber xwe didin. Destkeftiyên me roj bi roj mezintir dibin û em mirûzê xwe nexweş nakin. Ya ku dê winda bike AKP ye, ya ku bêhn lê çikiyayî AKP ye. Îktîdara AKP’ê li dijî gelê Kurd ku pir nêzî statuya xwe bûye, polîtîkayeke nefretê ya mezin dide meşandin. Hêj jî îradeya gel xesp dike û Kurdan qetil dike. Tu tiştekî nekarî pêşî li ber bihêzbûna îradeya me bigire. Îro careke din dixwazin destkeftiyên gelê Kurd û îradeya wan xesp bikin. Lê bila soz be ku em ê rê nedin wan. Xelkê Wanê, ciwanên Wanê û jinên Wanê dê rê nedin vê.”    Gel hêj jî li ber avahiya şaredariyê disekine.