26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir 2025-02-11 09:04:07 AMED - Îbrahîm Demîr ku 26 sal in tev li çalakiyên protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan dibe, wiha got: “Min, xwe û gelê xwe bi wî nas kir. Azadiya fîzîkî daxwazeke jêneveger e.”  Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kete sala 26’an. Gelê Kurd, vê komploya behsa xeberê weke “Roja Reş” pênase dike. Ji ber vê jî welatiyên li Kurdistanê di her 15’ê Sibatê de cilên reş li xwe dikin. Li gel vê, bi çalakî û xwepêşandanên cur bi cur protesto dikin. Starta komployê di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hate dayin û girtiyan li dijî vê çalakiyên “Hûn Nikari Roja Me Tarî Bikin” bersiv dan komployê. Ev çalakî di roja me de bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” didomin.    Îbrahîm Demîr (62) jî ji sala Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heta niha her sal li qadan e. Demîr, 26 sal in li Amedê tev li hemû çalakiyên şermezarkirina komployê dibe û berteka xwe nîşan dide.    'EM Ê AZADIYÊ DÎSA BIDEST BIXIN’   Demîr, got ku wî agahiya anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê dereng bihîstibû û li ser vê yekê çûbû avahiya Partiya Kedê ya Gel (HEP) ku wê demê dixebitî. Demîr, wiha domand: “Wê demê teknolojî pêş neketibû. Tevî vê jî di demekî kin de gelek kes hatin partiyê. Em 40-50 kes bûn lê aliyê dijber bi hovane êriş dikir. Ez ji ser û pişta xwe birîndar bûm. Hêj jî şopên cihê dirûna birîna di serê min de mîna xwe disekinin. Êrişên dijwar bûn lê gel li ber xwe da. Ji wê rojê heta niha êriş tu caran neguherîn. Wê demê tenê êriş dikirin û birîndar dikirin. Lê pergal niha pir guheriye û êriş û astengkirin didomin. 26 sal in her sal em dîlgirtina Rêbertiyê protesto dikin. Lê belê di wê baweriyê de me ku em ê îsal bi ser kevin û azadiyê dîsa bidest bixin.”    'MIN BI WÎ RE XWE NAS KIR’   Bi domdarî Demîr ev tişt anî ziman: “Min bi wî re xwe û gelê xwe nas kir. Min fam kir ku em gelekî bindest in. Dema mirov li dîroka cîhanê dinihêre, ji bo tu lîderan kesekî xwe neşewitandiye. Bi dehan hevalên me xwe bi zindî şewitandin. Ev dîrokeke. Di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Wate û qedrê Rêbertiyê ya ji bo gelê Kurd, li cihekî cuda ye. Ji bo vê wateyê jî divê tavilê azad bibe û were nav gelê xwe. Dema em tev li van çalakiyan bûn gelek êriş anîn ser me. Girtin û binçavkirin çêbûn. Tevî vê jî mirovan xwe şewitandin. Ma kî dikare pêşiya vê bigire? Dayikeke me digot; ‘Ez ji mirinê mezintir im.’”    Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tekane kese ku dikare şerê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bide sekinandin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo aştiyê tiştek heye ku heke nebe nabe, ew jî azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Di van pêvajoyan (komplo) de kî hene? Hêzên navneteweyî. Lê çi bû? Rêbertiyê tevahiya van planan vala derxist. Komploya navneteweyî vala hate derxistin. Em dixwazin di vê pêvajoyê de hemû aştîxwaz li qadan bin. Divê her kes ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan li qadan be. Tevî hemû zextan jî em li qadan e.”   MA / Şîrvan Şîlan Çîl