Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin 2025-02-10 11:49:36 ÎZMÎR - Şertê kontrola edlî ya rojnameger Semra Turan û Melîke Aydin hate rakirin.  Danişîna yekemîn a doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan û Tolga Guney û nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin ku ji ber xebatên rojnamegeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê hat lidarxistin. Dadgehê, piştî parastinan biryara xwe da.    Dadgehê, şertê kontrola edlî ya hefsa malê ya Melîke Aydin û şertê kontrola edlî ya Semra Turan rakir. Lê belê biryara qedexeya derketina derveyî welat nehat rakirin. Danişîna dozê taloqî 12’ê Gulanê hate kirin.    Biryara der heqê Tolga Guney de hêj nehatiye dayin.