Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket 2025-02-10 09:46:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 269’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çav li Ocalan in” derket.  Hejmara 269’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çav li Ocalan in” derket. Rojnameyê vê hefteyê bal kişand ser peyama ku li bendê ye Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di rojên pêş de bi raya giştî re parve bike. Nivîskar Cahît Kirkazak, balê dikişîne ser hevdîtinên li Îmraliyê û bandora wê ya li ser civakê. Cahît Kirkazak, destnîşan dike ku peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevî daye gel û çavê hemû kesan li daxuyaniyaku tê payin di rojên pêş de bide.     Rojnameyê di surmanşetê de cih da nivîsa nivîskar Kurdistan Lezgiyeva ya bi sernavê “Sibat edî ne çarenûsa tarîtiyê ye.” Rojnameyê di rûpelê yekemîn de her wiha cih da nivîsa Sorgul Şêxo ya bi sernavê “Heca Kurdên Rojava: Bendava Tişrîne.” Di nivîsê de Sorgul Şêxo balê dikişîne ser berxwedana gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê.