Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye 2025-02-10 09:03:54 RIHA - Rojnameger Zana Denîz diyar kir ku li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin tê raberkirin û got: “Gel, ax, av û ceyrana xwe diparêze.” Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êriş herî zêde jî li ser Bendava Tişrînê tên kirin. Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ji hêla xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin jî di roja 34’an de didome. Heta niha bi hezaran kes hatin cihê nobetê û tev li nobetê bûn. Di êrişên ser çalakvanan de heta niha 24 welatî hatin qetilkirin û herî kêm 200 kes jî birîndar bûn.    Rojnameger Zana Denîz ku geşedanên li Bendava Tişrînê dişopîne, diyar kir ku tevî hemû derfetên teknolojîk jî dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter nikarin berxwedan bişikînin. Denîz, got ku dewleta tirk û komên wê yên nikarin bigihijin armanca xwe, bi hedefgirtina sivîlan sûcên şer dikin. Denîz, got: “Di êrişên xwe de binesaziya sereke ya weke av û ceyranê hedef digirin. Dixwazin şert û mercên jiyanê girantir bikin.”    Denîz, anî ziman ku berxwedana li dijî êrişan mezin e û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê tevî hemû êrişên bi çekên giran û teknîkê jî nekarî tişta dixwest bidest bixe. Ev du meh in li vir nekariye yek gavê jî biavêje. Ev jî rola diyarker a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li seranserî Sûriyeyê nîşan dide. Gel; ax, av û ceyrana xwe diparêze. Pevçûnên dijwar biqasî 2-3 km’an dûrî Bendava Tişrînê û gundewarên Minbicê didomin.”    Rojnameger Zana Denîz    'MANÎPULASYONÊN MEDYAYÊ Û RASTÎ’   Denîz, got ku medyaya navendî ya tirk rastiyan berevajî dike û ev tişt anî ziman: “Gel hêj li vir e û li Qereqozaqê jî heman rewşe heye. Lê li ser medyayê şerekî mezin tê kirin. Rojnamegerên li qadê hedef tên girtin. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrişan de hatin qetilkirin. Em dibînin ka heqîqet çawa bi eşkereyî hedef tê girtin. Lê tevî êrişan jî berxwedan didome û êrişên heta niha yên dagirkeriyê yên dewleta tirk vala hatine derxistin.”    NOQTEYA STRATEJÎK   Bi domdarî Denîz da zanîn ku ji ber êrişan zirareke mezin gihiştiye xelkê herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hema hema ji sedî 80’ê gelê li herêmên Minbic, Girê Spî, Tişrîn û Qareqozaqê nikarin pêdiviya xwe ya ceyranê bicih bînin. Sûdgirtina ji xizmetên jiyanê her ku diçe zehmettir dibe. Tirkiye li vir bi rêya medyayê şerekî dimeşîne. Lê Rêveberiya Xweser agahiyên rast û bitendurist belav dike. Divê gel li dijî van polîtîkayên şerê taybet hişyar be. Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê ji bo herêmê qadên stratejik in. Tişrîn 57 km’an dûrî Kobanê û 70 km’an dûrî Helebê ye. Her wiha rêya Iraq û Sûriyeyê li ser Tişrînê derbas dibe. Ji hêla aborî û çavkaniyên binerd ve cihekî stratejik e. Sedema ku Tirkiye dixwaze vê dere dagir bike jî ev e.”    'DIXWAZIN TOLA DAIŞ’Ê HILÎNIN’   Denîz, got; “Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ’ê hilînin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji roja DAIŞ li Kobanê hatiye têkbirin heta niha ev der bênavber hedef tê girtin. Dixwazin tola DAIŞ’ê hilînin. Heke vê derê dagir bikin, hedefa din dê Kobanê û Tebqa bin. Lê gel û şervan bi biryardariyeke mezin li ber xwe didin.”    MA / Delal Akyüz