Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 2025-02-09 14:16:32 MÊRSÎN - Di mitînga “Azadiyê” ya li Mêrsînê de girseyê bi yekdengî daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan qêriya.   Bi pêşegtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)li rex Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” hat lidarxistin. Ji bajarên Edene, Osmaniye û Hatayê jî gelek kes tev li mitîngê bûn. Her wiha partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJ’yê, parlamenterên DEM Partiyê û şandeya CHP’ê jî tev li bûn. Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” tên berzkirin. Mitîng, bi coşeke mezin dest pê kir.    Qada mitîngê bi alên DEM Partiyê hatiye xemilandin.    Di mitîngê de girseyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan qêriya û jinên cilûbergên Kurdî li xwe kirin li ber stranan govend gerandin. Di mitîngê de pankarta “Em ji bo aştî û azadiyê tên gelhev” hate daliqandin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Polîsan li noqteyên kontrolê hewl dan dayikan asteng bikin ku bi laçikên spî nekevin qadê û rastî berteka gel hatin.    JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ   Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Bi stranên berxwedanê re coşa girseyê zêde bû û girseyê bi yekdengî azadiya Abdullah Ocalan qêriya. Piştre jî li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Emrûllah Şam axivî û girse silav kir. Şam, got: “Bila kesek nemire. Aarmanca me aştî û azadî ye.”    Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî gel silav kir û got ku dê dengê aştiyê bi Enqereyê bidin bihîstin. Piştre jî Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî li ser navê TJA’yê axivî.    ‘HETA JIN AZAD NEBIN CIVAK AZAD NABE’    Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Em di qonaxeke girîng de ne. Ji bo aştî û azadiyê em vê qonaxê pîroz dibînin. Qala aştiyê tê kirin. Heke qala mafên jin, zarok û Kurdan neyên kirin em nikarin jê re bibêjin pêvajoya aştiyê. Ji bo aştiyê bedela herî mezin gelê Kurd û bi taybet jî jinan da û didin. Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 3 hevdîtin hatin kirin. Weke jinan em van hevdîtinan girîng dibînin. Birêz Ocalan gotiye; ‘Ez silavên taybet ji jinan re dişînim.’ Em jî ji Mêrsînê silavan ji Îmraliyê re dişînin. Tu ferqa nêrîna rejîma Îranê ya li dijî jinan û ya AKP-MHP’ê jihev nîne. Heta ku jin mafên xwe digirin dê li qadan bin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe em ê têkoşînê mezin bikin. Heta ku mîmarê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ birêz Ocalan azad dibe dê jin têbikoşin. Birêz Ocalan dibêje ‘Heta jin azad nebin civak azad nabe.’ Ev ne gotineke jirêzê ye. Em jî dibêjin heta jin azad nebin civak azad nabe. Jin, jiyan, azadî.”   Mitîng, bi axaftina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir didome.