Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin 2025-02-09 10:13:21   WAN - Lîstikvanên Vansporê dema ji deplasmana Elazigsporê vedigeriyan, rastî êrişeke nîjadperest hatin. Tîma Vansporê di saetên serê sibehê de vegeriya Wanê û li bajar bi coş hate pêşwazîkirin.    Vanspor FK ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a TFF’ê de dilîze, duh li deplasmanê bi Elazigsporê re lîst. Piştî maçê, li dijî lîstikvanên Vansporê êrişeke nîjadperest hate krin. Di êrişê de hinek lîstikvan û ekîba teknîkê birîndar bûn. Ekîba Vansporê îro serê sibehê saet derdora 04.30’an gihişt Wanê. Koma Vansporê li bajar ji hêla hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên bajar, hevşaredarên bajarê mezin, hevşaredarên navçeyan, parlamenterên Wanê û bi sedan alîgiran ve hate pêşwazîkirin.    Şandeya ku bi saetan li pêşiya Stadyuma Wanê li benda qefîleyê ma, êriş şermezar kir û gotin ku dê tu caran tîma xwe bi tenê nehêlin.