3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin 2025-02-09 10:12:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînatorên Weşanê yên Rojnameya Bîrgunê Ugur Koç û Berkant Gultekîn û Midûrê Berpirsyar ê birgun.net’ê Yaşar Gokdemîr hatin binçavkirin.  Koordînatorê Weşanê yê Rojnameya Bîrgunê Îbrahîm Varli, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got ku Koordînatorên Weşanê yên Rojnameya Bîrgunê Ugur Koç û Berkant Gultekîn û Midûrê Berpirsyar ê birgun.net’ê Yaşar Gokdemîr hatine binçavkirin.  Hat zanîn ku bi hinceta nûçeya têkildarî serdana nûçegihanê Rojnameya Sabahê ya Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek hatiye nîşandan. Hat destnîşankirin ku rojnameger birine Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê ya Stenbolê.    DÎSK BASIN-ÎŞ’ê jî bi daxuyaniyeke bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û xwest ku rojnameger tavilê bên berdan.    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî bertek nîşanî binçavkirinan da û weke “reziltî” pênase kir. Ozel, banga berdana rojnamegeran kir.