ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN 2025-02-09 09:00:11   * Bertekên ewil ên li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan, li girtîgehan bi çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dest pê kir.    * Xebatên li welatên Ewropayê yên ji bo mitînga ku dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê bê lidarxistin, didomin. Hevseroka KCDK-S’ê Dîlan Çetînkaya got: “Ev 15’ê Sibatê dê bibe 15’ê Sibata rizgarî û azadiya me.”    * Endamê MYK’a DEM Partiyê Emîralî Turkmen bal kişand ser nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Derfetên aştiyê çêbûne lê heke ji dest biçin dê Tirkiye bi pêvajoyeke tarî rû bi rû bimîne. Lewma divê dewlet berpirsyartiyên xwe bicih bîne.”    * Ahmet Gogun li girtîgehê bi guleyekê birîndar bû. Bi ser bûyerê re 18 meh derbas bûn lê hêj jî nehatiye tespîtkirin ka gule ji ku hatiye û kê avêtiye.    * Li Mêrdînê di hotêleke di bin venihêrîna wezaretê de şewat derket lê ji raya giştî hate veşartin. Derket holê ku agirkujiyê di 19’ê Çileyê de li hotêlê kontrol kiriye û gotiye ku tevdîrên şewatê guncav nînin lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin.    * Rewşa endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer ku di mitînga Amedê di êrişa polîsan de birîndar bû û niha li beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Fakûlteya Zanîngeha Dîcleyê tê tedawîkirin bê şopandin.    * Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, dê li rex Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a Mêrsînê “Mitînga Ji bo aştiyê azadî” bê lidarxistin. (14.00) ZINDÎ