ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-08 09:00:26 * Endamê ANKA-DER'ê Dogan Şenses diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd ji aliyekî ve girêdayî zimanê kurdî ye û got: "Em wekî xebatkar û dildarên zimanê kurdî divê di vî warî de polîtîkayeke girîng ava bikin û hemû astengiyên ku dewlet datîne pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî ji holê rakin." * DEDAŞ'ê bi hinceta deynê ceyranê trafoyê cotkar desteser kir û mala wî bê ceryan hişt. Turkiye Çiray a 84 salî ku li malê dijî û ji sedî 98 astengdar e û girêdayî amûra hilmijînê ye jî, bû mexdûrê qutkirina ceryanê.    * Serokê AKP'ê yê Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan bi şîrketa ku di sala 2020'an de damezrandibû, di du salan de bi HES û bendavên ku xwezaya bajêr texrîb dikin 933 milyon TL . Şîrketa Erkan a ku bi HES û bendavan xwezaya bajêr xera kir, di nava 2 salan de bi 933 milyon TL'yan îhale girtine.    * ÎHD û xizmên windayan, dê li Amed, Colemêrg, Êlih û Îzmîrê çalakiya "bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar bixin. (12.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de winda bûne bipirsin, dê vê hefteyê jî wê li Qada Galatasarayên bên cem hev. (12.00)   * Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)   * Dê li Sêrt û Mêrsînê qeyûm bên protetsokirin. (12.00-16.00)   * Dê li Qada Stasyonê ya Amedê mîtînga "Ji bo aştiyê azadî" bê lidarxistin. (12.00) ZINDÎ